Qeyûm malê şaredariyê derxist firotinê 2018-09-22 09:29:41   DERSÎM – Qeyûma Dersîmê ji ber deynê zêde, 16 malên aydî şaredariyê ku nayên firotin û guhertin derxist bazara firotinê.    Şaredariya Dersîmê ku Waliyê Dersîmê Tuncay Şenol wekî qeyûm tayînî wê bû. 16 mal û hatinên nayê firotin û guhertin yên şaredariyê ji ber deynên zêde derxist bazara firotinê. Di îhaleya 12'ê Îlonê de ji bo malên nayên firotin û guhertin ji 54 hezar TL. heta 456 hezar TL  qîmet lê birî. Lê di îhaleya malên nayên firotin de, tenê buroya aydî şaredariyê bi 58 hezar TL hat firotin. 15 malên din ji ber buhayê wan zêde bû nehatin firotin. Malên aydî şaredariyê ewil di Adarê de derxistibûn firotinê. Lê piştî nûçeya me ya "Qeyûm laên şaredariyê derxist firotinê" bertek zêde bûbûn û firotina malên şaredariyê rawestandibû. Qeyûm piştî 6 mehan dîsa malên şaredariyê derxist firotinê.    ŞAREDARÎ JI BO DEYNÊ XWE BIGIRE MALÊ ŞAREDARIYÊ DIFIROŞE   Endamê Meclisa Şaredariya Dersimê ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku Qeyûm ji bo deynê xwe bide malê şaredariyê difroşe. Endamê Meclîsê anî ziman ku ji ber deynê şaredariyê pir zêde bûne êdî malê şaredariyê difiroşe.