Ekolojîst Borûcû: Şewitandina daristanan dewama polîtîkayên şer e 2018-09-22 09:12:39 STENBOL - Ekolojîst Serap Borûcû, diyar kir ku şewitandina daristanên li bajarên kurdan, berdewamiya polîtîkaya şerê dewletê ye û got: "Çareserî bi avakirina civakeke demokratîk pêkan e."  Di demên dawî de nemaze jî li Dersimê gelek daristan hatin şewitandin. Bi taybetî şewatên ku li bajarê Dêrsim, Şirnex, Amed, Çewlîkê derdikevin piştî operasyonên leşkerî û topbaranê derdikevin. Ekolojîst Serap Borûcû ev yek nirxand. Borûcû, diyar kir ku şewitandina daristanên li bajarên kurdan ne cara ewil e û ev yek berdewamiya polîtîkaya şerî ya dewletê ye. Borûcû, destnîşan kir ku piştî di sala 2015'an de Erdogan bi tena serê xwe nebû îktîdr, fatûreya îktîdarê li erdnîgariya kurdan birî û got: "Di rapora Mafên Mirovan a derbarê Tirkiyeyê ya salên 90'î de, ev tişt derdikeve pêşiya me; cinayetên kiryar nediyar, astengkirina rêxistinbûyînê, koçberî. Koçberiya bi darê zorê tenê nayê wateya tunekirina gundan. Dema gund hatin valakirin, pê re erzaq, heywan, bax û baxçe hemû hatin şewitandin da ku ji bo mirovan re tu war nemîne. Tevî bi hinceta ku gerîlayên PKK'ê di nav de xwe vedişêrin gelek daristan hatin şewitandin. Bi vê re hat wxestin herêmê ji mirovan xalî bikin û ev yek bû sedema texrîbkirina ekolojiyê."   Borûcû, bilêv kir ku di sala 2010'an de 33 û di sala 2015'an de jî bi hezaran hektar qadên daristanî hatin şewitandin. Borûcû, diyar kir ku AKP bi van şewatan dixwaze Kurdistanê ji mirovan xalî bike, tune bike, koçber bike, asîmle bike û rantê bi dest bixe û ji bo vê daristanan dişewitîne. Borûcû, diyar kir ku nemaze jî şewatên li herêmên wekî Dersimê polîtîkayên dewletê yên tunekirinê bi awayekî aşkere nîşan dide.    ‘ÇARESERÎ BI AVAKIRINA CIVAKEKE DEMOKRATÎk PÊKAN E'    Borûcû, anî ziman ku sedema astengkirina mudaxilekirina şewatê nîşan diide ku dewlet diwaze Kurdistanê veguherîne herêmeke ji heyînan xalî. Borûcû, bilêv kir kud ivê ev polîtîkayên dewletê bên teşhîrkirin û got: "Ji bo aştiyê, ji bo avakirina civakeke demokratîk divê em tev bigerin. Çareserî bi avakirina civakeke demokratîk pêkan e."