Heyeta HDP’ê ji bo Cenazeyê Ayhan çûn Hewlerê 2018-09-20 20:27:28   ŞIRNEX – Heyeta HDP’ê ku ji parlementerên û malbata Ayhan pêk tê, ji bo cenazeyê parlamenterê HDP’ê Îbrahim Ayhan bigirin, deriyê Sînorê Xabûr ê Sîlopiyê derbas kirin û berê xwe dan Hewlerê. Di sînor de destûr nedan parlamentera HDP’ê Pero Dundar sînor derbas bike.    Siyasetmedarê kurd Îbrahim Ayhan ku serdemekê parlamenteriya BDP'ê û 2 serdeman parlamenteriya HDP'ê ya Rihayê kir, li Bajarê Hewlerê yê Herêma Kurdistan a Federe şevê din krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.  Heyeta HDP'ê ji bo cenazeyê Parlamenterê HDP'ê Ayhan bigirin ji Riha ketin rê û Sinorê Xabûrê yê Sîlopiyê derbas kirin. Heyeta ji Cîgirê Hevserokê Giştîyê HDP'ê Alican Onlu, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçıer û parlamentera HDP'êya Mêrdîne Pero Dundar, rêveberê HDP'ê Omer Onen û hevjîna Ayhan Rezan Ayhan pêk dihat li sinor hatin rawestandin.   DESTUR NEDAN PERO DUNDAR    Rayedaren Sînor bi hinceta qedexeya derketina derve welat heye destûr nedan ku Parlamentera HDP'ê Pero Dundar sînor derbas bike. Endamên din ên heyetê jî piştî sînor derbas kirin ji bo cenazeyê Ayhan bigirin berê xwe dan Hewlerê. Cenazeyê Ayhan dê li navçeya Sîweregê bi merasimekê bê defin kirin.