Dadgeha Bilind ji bo Berberoglu biryara berdanê da 2018-09-20 18:04:38   ENQERE - Dadgeha Bilind ji bo Enîs Berberoglu yê CHP’î yê girtî biryara berdanê da.    Dadgeha Bilind ji bo Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglu yê di çarçoveya doza TIR’ên MÎT’ê de ceza lê hat birîn, biryara berdanê da. Dadgeha Bilind, bi hinceta Berberoglu ji Daîreya Cezayê 2’yemîn a Dadgeha Edlî ya Herêmê ya Stenbolê dîmenên TIR’ên MÎT’ê ji bo Can Durdar birine, 5 sal û 10 meh cezayê girtîgehê erê kir. Lê Dadgeha Bilind, biyara heya parlamenteriya Berberoglu bi dawî bibe, cezayê wî bê taloqkirin da.    Niha mîna Berberoglu, parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven jî di girtîgehê deye. Li bendêye ku ev biryar ji bo Leyla Guven jî weke mînak bê nîşandan.