Sîncar: Kesê hat gotin 'ji ber tiryakê hatiye girtin’ di xetabên partiya me de cih nagire 2018-09-20 17:36:12   MÊRDÎN - Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Sîncar, diyar kir ku tu eleqeya kesê binavê Yedîbela Kizilkaya yê hat gotin ji ber ‘Tiryakê hatiye girtin” bi partiya wan re tuneye û got: “Berî du mehan ev kes ji partiyê hat avêtin. Ji bo reşkirina partiya me nûçeyên wan tên servîskirin.”   Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Alî Sîncar, derberê hin nûçeyên “Serokê HDP’ê yê Stewrê Yedîbela Kizilkaya û hevajîna wî di operasyona tiryakê de hatin girtin” ên îro di çapemeniyê de hatin  serwîs kirin de axivî. Sîncar, diyar ku kesê navê wî di nûçeyan de derbas dibe berî 2 mehan bi awayekê fermî di 11’ê Îlonê de ji partiya wan hatiye îxraçkirin.    ‘JI BO REŞKIRINA PARTIYA ME NÛÇEYÊN WIHA SERVÎS  DIKIN’   Sîncar, anî ziman ku wan Kizilkaya ji kar avêtin û wiha got: “Kizilkaya bi tu awayî di xebatên partiya me de cih nagire. Berî du mehan Kizilkaya ji kar hat avêtin. Divê kes baweriya xwe bi van nûçeyan neyîne. Ji bo partiya me reş bikin, nûçeyên wiha servîs dikin.”