Heyet ji bo cenazeyê Ayhan ê HDP'î bigirin ketin rê 2018-09-20 15:08:53 RIHA – Heyeta HDP'ê ji bo cenazeyê parlamenterê HDP’ê yê berê Îbrahim Ayhan bigirin ji Rihayê ber bi Sîlopiyê  ve ketin rê.    Heyeta HDP'ê ji bo cenazeyê Parlamenterê HDP'ê yê berê Îbrahim Ayhan ku li Hewlerê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da bigirin ji Riha ketin rê.  Siyasetmedarê kurd Îbrahim Ayhan ku serdemekê parlamenteriya BDP'ê û 2 serdeman parlamenteriya HDP'ê ya Rihayê kir, li Bajarê Hewlerê yê Herêma Kurdistan a Federe şevê din krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.  Heyeta ku ji Cîgirê Hevserokê Giştîyê HDP'ê Alican Onlu, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçıer û parlamentera HDP'êya Mêrdîne Pero Dundar, rêveberê HDP'ê Omer Onen û hevjîna Ayhan Rezan Ayhan ji bo cenaze bigirin ji Rihayê ber bi Sîlopî ve ketin rê. Cenazeyê Ayhan dê li navçeya Sîweregê bi merasimekê bê defin kirin.