Şandeya HDP û DBP’ê çû serdana rojnameger Metîn Duran 2018-09-20 14:40:22   MÊRDÎN - Parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê Ebrû Gunay, Tuma Çelîk, rêveber û endamên HDP û DBP’ê çûn serdana rojnameger Metîn Duran ê ji sedî 93 astengdar ê ji girtîgehê hat berdan.    Parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê Ebrû Gunay, Tuma Çelîk, rêveber û endamên HDP û DBP’ê yên bajêr çûn serdana rojnameger Metîn Duran ê ji sedî 93 astengdar ê ji girtîgehê hat berdan.  Malbata Duran şandeya HDP û DBP’ê pêşwazî kirin. Şandeyê daxwazên xwe yên derbasbûyînê ji malbatê re ragihand. Şandeyê derbarê rewşa tenduristiya Duran de agahî girtin.    Birayê Duran Zeydan Duran, di dema serdanê de behsa pêvajoya girtina birayê xwe û rewşa wî ya di dema Kampusa Girtîgeha Sîncarnê de, kir û şande agihdar kir.