'Rêya Apê Musa rêya me ye' 2018-09-20 14:27:06   AMED – Rojnameger û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk, Rewşenbirê kurd û rojnameger Musa Anter li cihê ku 26 sal berê lê hat kuştin ew bibîr anîn. Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegên Azad Hakki Botan, diyar kir ku Rêya Musa rêya wan e û we dê di vê rêçê de têkoşîna xwe berdewam bikin.   Rojnameger û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk, Rewşenbirê kurd û rojnameger Musa Anter li cihê ku 26 sal berê di 20'ê Îlona 1992'an de hat kuştin li semta Seyrantepe ya Amedê ew bibîr anin. Piştre re berê xwe dan Gunde Stilîliyê yê Navçeya Nisêbina Mêrdîn ku Musa Anter li ser gora wî bibîr bînin. Hempîşe û xebatkarên Çapemeniya Azad li gel siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî li ber birdariya Musa Anter ku cihê lê hatiye kuştin ew bibîr anîn. Di pêşengiya Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad de koma rojnamegeran û nûnerên rêxistinên demokratîk de bîranin pêk anîn Di bernameyê de Parlamenterê HDP'ê Saliha Aydedenîz. Semra Guzel, Dersim Dag û Selçuk Mizrakli nûnerên KCD'ê, endam û rêveberên HDP û DBP'ê û gelek rojnameger amade bûn.    DESTÛR NEDAN WÊNEYAN RAKIN   Di bernameya bîranînê de polîsan destûr nedan ku xebatkarên çapeneyiê ji bilî wêneyên Musa Anter wêneyên rojnamegerên din ên hatine kuştin rakin.Ji ber vê yekê di navbera polîs û parlamenteran de niqaş derket. Lê ji ber polîsan gef xwarin, rojnaemgeran ji bo helwesta polîsan şermezar bikin, pişta wêneyean da polisan û meşa xwe berdewam kirin.    'EM ŞERMEZAR DIKIN'    Di bernameyê de parlamentera HDP'ê Saliha Aydeniz, diyar kir ku di şertê OHAL'ê de jî wêne radikirin, lê niha tevî ku OHAL rabûye nikarin wêneyekî rakin. Aydenîz, bertek nişanî helwesta polîsan da û şermezar kir. Aydenîz wiha got: "êdî ji wêneyan jî ditirsin. Di serdema OHAL'ê de me dikaribû wêne rakirina. Lê niha OHAL rabûye jî dîsa destûr nadin ku em wêneyên xwe rakin. Em ji bo li pêşeroja welatê xwe xwedî derkevin em li rojnamegeran xwedî derdikevin. Her çiqas Rewşa Awarte hebe jî em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Heta kujerê Apê Musa bê dîtin û darizandin em dê têkoşina xwe ya li Kurdistanê berdewam bikin."    'RÊYA APÊ MUSA RÊYA ME YE'   Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan ji bertek nîşanî helwesta polîsan da û got: "Em ji bo demokrasiyê têdikoşin. Ne fîkandin û ne jî axaftina kurdî sûc e. Mudaxaleyî bîranînê dikin. Li vî welatî pêdivî bi nerînên Apê Musa heye. Em rojnameger in. Tenê gotina em bêjin heye. Pênûs, wênekêş û kamera me heye. Rêya ku Apê Musa têde meşiya emê berdewam bikin. Rêya Apê Mûsa Rêya me ye."    Kom piştre bi dirûşmeyên "Apê Musa nemir e", "Şehîd namirin" berz kirin û heta cihê ku Apê Musa lê hatiye qetilkirin meşiyan û qurnefil danîn. Rojnamegeran qurnefil danîn û wêneyên rojnamegerên hatine kuştin beroişt danîn û Musa Anter bibîr anîn. Piştre bêdeng belav bûn. Heyetek jî ji bo Musa Anter li ser gora wî bibîr bîne berê xwe dan Gundê Stilîlê yê Nisêbîna Mêrdînê.