Dadgehê xwest doza 8 wekilên HDPê neqil bikin 2018-09-20 14:05:04   AMED - Danişîna doza  8 parlamenterên HDP'ê yên ji doza KCK'ê dihatin darizandin û dosyaya wan hatibû cudakirin, li Amedê hat dîtin. Heyeta dadgehê bi hinceta ewlehiyê ji Wezareta Dadê xwezt ku dozê neqil bikin.    Danişîna doza 8 parlamenterên HDP'ê yên ku ji doza KCK'ê ya sereke tên darizandin û dosyaya wan ji yên din hatibûn qetandin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Ji vê dozê parlamenterên HDP'ê  Dîlan Dirayet Taşdemir û Alîcan Onlu û parlamenterên HDP'ê yên berê Çaglar Demirel, Osman Baydemir, Ahmet Yildirim, Nadir Yildirim, Besime Konca  û Selma Irmak tên darizandin. Di danişîna ku siyasetmedarên kurd amade nebûn de li ser navê siyasetmedaran parêzerên wan amade bûn. Di danişinê de parêzerê parlamenteran Cihan Aydin, diyar kir ku niha Alîcan Onlu û Dîlan Taşdemir  niha parlamenter in û xwest li gori xala 83’an a Qanûna Bingehîn doza wan bê rawestandin. Parêzerê Nadîr Yildirim  Mehdî Ozdemir jî anî ziman ku li gel der barê muwekilên wî de biryara kontrola edlî tune jî der barê wan de biryara girtinê hatiye dayîn. Prz. Ozdemîr, anî ziman ku muwekilê wî ji xwe ji heman dozê 5 salan girtî maye û şika wî ya bireve tune ye. Ozdemir, xwest der barê Nadîr Yilidirim de biryara girtinê bê rakirin. Prz. Mehmet Emin Aktar jî xwest darizandina Alican Onlu û Dirayet Taşdemir bê rawestandin.    Heyeta dadgehê piştî navber da biryar aşkere kir. Heyetê daxwaza parezeran red kir û xwest ji bo ewlehiya darizandinê dosya neqlî bajarekî din bibe û ji bo vê yekê xwest nivîs ji Wezareta Dadê re bê şandin. Heyetê doz taloqî mehên pêş kir.