Di doza Kurkut de dîsa biryara girtina polîs nehat dayîn 2018-09-20 13:58:44   AMED -  3'yemîn Danişîna doza cînayeta xwendekarê Zanîngeha Înonu Kemal Kurkut ku di Newroza 2017'an de polîs gule berdayê û kuşt hat dîtin, lê bersûc Y.Ş. ê polîs û parêzerê wî beşdarî nabûn. Malbat û parêzerên Kurkut xwestin polîsê bersûc bê girtin. Şandeya dadgehê ev daxwaz red kir.    3’yemîn danişîna doza cînayeta xwendekarê Zanîngeha Înonu Kemal Kurkut ê 22 salî, ku ji bo Newroza  21’ê Adara 2017’an ji Meletiyê hatibû Amedê û ji aliyê polîsan ve hat kuştin, li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Amedê hat dîtin. Di rojên derbas bûyî de delîlek nû li dosyaya kuştina Kurkut zêde bûbû. Di dîmenên ji maşîneya zirxî hatin kişandin de derket holê ku dikarîbûn Kurkut bi saxî binçav bikin. Di axaftina 2 polîsan de, polîsek ji yê din re dibêje “Ne hewce ye em guleyê berdin zilam kî." Vê yekê jî hişt ku hemû nêrîn veguherin ser danişîna îro bê dîtin.    Di danişîna îro hat dîtin de bersûc Y.Ş. ê polîs û parêzerê wî beşdar nebûn. Dayika Kurkut Secan Kurkut, birayê wî Ferhat Kurkut, parêzerên malbatê, dayîka Medenî Yildirim ê di sala 2013’an de li Lîcê di çalakiyek şermezarkirinê de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin Fahriye Yildirim, parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz, Selçuk Mizrakli, Semra Guzel, Dersîm Dag û hevserokê HDP’ê yê Amedê Mehmet Şerîf Çamci beşdarî danişînê bûn.    Ji ber gurhertina şandeya dadgehê, nîşeyên danişîna berê hat xwendin.  Şandeyê diyar kir ku hîna jî rapora Saziya Tipa Edlî ya (ATK) Stenbolê ya tespîtkirina gule ji aliyê kêve hatiye reşandin neyatiye û li ser vê yekê parêzeran dest bi parastinê kirin.    YALÇINDAG: POLÎTÎKAYÊN NE CEZAKIRINÊ DIDOMIN   Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr, parastin kir û wiha axivî: “Di hemû dosyanên wiha yên dişibin hev de, em armanc dikin ku hemû delîl bi awayekê zelal derbikevin holê û em xwe bigihînin rastiyê. Ji ku êdî mirov li ser vê axê neyên kuştin, divê darizandinek adîlane bê kirin. Hemû daxwazên me yên girtina bersûc hatin redkirin. Di kuştina Kurkut de îşaret bi 3 kesan tê kirin. Lê ji van sê kesan 2 jê qet nehatin guhdar kirin. Piştî demekê dayîna van polîsan tê kirin. Şahîdên dibe  ku her kêlî bibin bersûc jî me nekarî em wan guhdar bikin. Bi polîtîkayên ne cezakirinê, hewl tê dayîn hin kesên din bên kuştin. Heya ku polîtîkayên ne cezarkirinê li dijî hêzên ewlekariyê berdewam bikin, dê hîna gelek zarokên me yên din bên kuştin. Em dixwazin biryara bi zorê anîna dadgehê derbarê şahidan de bê dayîn.”    AKTAR: GELO EM Ê ÇAWAN XWE DI EWLEKARIYÊ DE HÎS BIKIN    Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî, di parastina kir  de wiha axivî: “Ji bo ku polîsê bersûc bê girtin, emê di hemû danişînan de daxwazên xwe bînin ziman. Ji ber ku polîtîkayên ne cezakirinê didomin, em daxwazên xwe tim dubare dikin. Polîtîkayên ne cezakirinê tenê li ser vê axê tê pêkanîn. Hemû tişt li ber kamerayan dibe û kesek tê kuştin. Ger polîtîkayên ne cezakrinê berdewam bikin, gelo em xwe çawan di ewlekariyê de hîs bikin. Em li ser navê civak û edaletê, girtinê daxwaz dikin.”   BIRYARA GIRTINÊ NEDAN    Piştî axaftina parêzeran dozger xwest kêmasiyên heyîn bên darbaskirin. Şandeya Dadgehê biryara  xwe  ya navberê ragihand, daxwaza girtina bersûc Y.Ş. ê polîs red kir û doz taloqî Kanûnê kir.     LI BER EDLIYÊ BERTEK NÎŞAN DAN   Piştî danişînê parlamenterê HDP’ê yê Amedê Selçûk Mizrakli, li ser avahiya edliyê daxuyaniî da.     Mizrakli, diyar kir ku cendirmeyên ewlekariyê yên bûne berpirsên kuştina ciwanên wan, dest û milên xwe liba dikin û karê xwe birêve dibin. Mizrakli, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Bûyerên mîna qetilkirinên Tahîr Elçî û Kemal Kurkut ên li ber kamerayan îro cardin bi her awayî ser tê girtin û hewl tê dayîn bên betalkirin. Dadgeh dixwaze bi ser bûyerê bigire û besûcan ceza neke.”     Mizrak, biryara ne girtina polîsê bersûc rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo edalet û hiqûq were cih, em ê şopdarê dozên wiha bin.”