Şewata li Çiyayê Zelê derket belav dibe 2018-09-20 12:54:43   DERSÎM – Şewata duh li Çiyayê Zelê yê Dersimê pêket, ji ber ku destûr nadin mudaxaleyî şewatê bikin, her ku diçe belav dibe û mezin dibe.    Li navçeya Qisle ya Dersimê, ji ber bomberankirinê li quntarên Çiyayê Zelê agir bi daristanê ket. Li gorî agahiyên bi dest ketin, her diçe agir berbelavtir dibe û heta niha mudaxileyî agir nehatiye kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî şewat piştî bombebaranê dest pê kir. Şewata ku li hemberî Qereqola Şehit Mehmet dest pê kir, ji duh ve berdewam dike. Ji ber kes mudaxale nake şewat belav dibe. Hat zanîn ku li herêma Geliye Roj jî piştî bombebaranê şewat derketiye.