Doza Pasurê: Tevî biryara DMME, Meclîs, hestî û şahidan telîl kêm in! 2018-09-20 12:31:56 ENQERE - Doza Pasûrê ku 11 welatî hatin kuştin, tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME), biryara meclîsê, hestî û şahidên bûyerê, delîl kêm hatin dîtin û dosya girtin. Doz bê ceza bi dawî bû. Parêzer û Seroke şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun, diyar kir ku biryara "Bi bêcezakirinê mukâfat kirin" e. Zeytûn anî ziman ku dê biryarê îtîraz bikin.  Li navçeya Pasûrê ya Amedê, leşkeran 11 gundî di navbera 8 û 25’ê Cotemeha 1993’an de binçav kirin û winda kiribûn. Di 19'ê Îlonê de 18’emîn danişîna “Doza Pasûrê” li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Enqerê hat ditîn.  Danişîna doza biryarê ya Pasûrê ku 25 sal berê 11 kes li Pasûrê hatin kuştin, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereye hat ditin. Heyeta dadgehê doz betal kir û bersûcên bozê Fermandarê Tugaya Komandoyê Çiya ya Bolu Yavuz Erturk beraet kir.  Piştî komkujiyê di 5'ê Mijdara 2004’an de gora komi ya 11 kesan hat dîtin. Hestiyê 11 kesan di gora komî de hat ditin. Piştî komkujiyê 20 sal şûnde di 11'ê Cotmeha 2013'an de doz hat vekirin. Doz li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat qebûlkirin. Tozger der barê Fermandard Yavuz Erturk de bi îdîaya “Bûye sedema kuştina zêde kesan, gel teşwikî îsyanê kiriye, curum kiriye" der barê Erturk de 11 caran cezayê muebbetê û 25 sal cezayê girtîgehê xwestibû. Heta niha 18 danişîn hatin dîtin. Dadgeha Bilind doza ku li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amede dihat dîtin bi hinceta ewlehiyê sewqî 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê kir.    DMME'YÊ TIRKIYE MAHKÛM KIRIBÛ   Malbatan di sala 1994'an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) dabû. DMME'ê di sala 2001'an de der barê 11 kesên hatin windakirin û kuştin de bi sedema lêpirsînek xurt nehatiye kirin Tirkiye mahkum kiribu. Dozger Feyyaz Golcuklu qebûl kiribû ku eskerna li dijî zagonan welatî binçavkirine. Meclîsa Tirkiye jî qebûl kiribû ku 11 kes  di 2004'an de qebûl kiribûn ku di fermandariya General Yavuz Erturk de operasyon pek hatiye.    Şahidên bûyerê jî qebûl kiribûn ku 11 di bin çavan de hatine windakiin. Hevjîna Mehmet Salih Akdeniz Pembe Akdeniz, gotibû "Dema hevjînê min di bin çavan de bû gotibû "Êdî xwarinê ji me re nîne. Dê me bikujin." Dayika Turan Demir Zekiye Demir jî gotibû "Min 3-4  rojan di bin çavan de xwarin bir ji Tûran re. Destê wî bi kelepçe kirî bû."  Dîsa hestî hatin dîtin û di encama lêkolina Saziya Tipa Edlî de derket holê ku hestî aydî 11 kesan in. Tevî hemû delîlan 7’emin Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi hinceta delîl kêm in ser dosyayê girt û bersûc beraet kir.    DELÎLÊN ŞÊNBER HENE   Parêzer û Serokê Şaxa ÎHD'e ya Amedê Abdullah Zeytun, biryar nirxand û wiha got: "Bi vê biryarê hikumet û dewlet binpêkirinên mafan ên salên 90’î û komkujiyan diparêze. Di encamê de delîlên şênber hene. Şahidê binçavkirina 11 kesan heye. Hestiyê wan hene. Rapora meclisê û rapora ATK'ê heye. Dîsa biryara DMME'ê heye. Ev encama pêvajoya polîtîkayên ewlehiyê ne. Li gorî hiqûqa gerdûnî biryar nehatiye dayîn. Biryarek li dijî hiqûqê ye. Bi vê biryarê bi bêcezakirinê mukâfat kirine. Heyeta dadgehê her dem mudaxaleyî parêzerên malbatan kir. Destûr nedan ku şahidiyê bikin. Heyeta dadgehê destûr nedan ku malbat û parêzerên malbatên mexdûr parastinê bikin. Em dê li gel hevalên xwe yên din ên parêzer biryarê itiraz bikin. Em dê biryarê Îstinaf bikin. Ger ku em li vir jî encam nestînin em dê dozê bibin Dadgeha Qanûna Bingehin.    Kesên di doza Pasûrê de bi zorê hatin windakirin wina ne: Abdo Yamık, Bahrî Şimşek, Behçet Tutuş, Celal Aziz Aydogdu, Hasan Avar, Mehmet Salîh Akdeniz, Mehmet Şah Atala, Mehmet Şerîf Avar, Nesrettin Yerlikaya, Umît Taş û Turan Demîr.     MA / Dîren Yurtsever