Parlamenterê HDP'î Ayhan bi krîza dil jiyana xwe ji dest da 2018-09-20 11:45:35   HEWLER - Parlamenterê HDP'ê yê berê Îbrahim Ayhan, li Bajarê Hewlerê yê Herêma Kurdistan a Federe şevê din krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.    Siyasetmedarê kurd Îbrahim Ayhan ku serdemekê parlamenteriya BDP'ê û 2 serdeman parlamenteriya HDP'ê ya Rihayê kir, li Bajarê Hewlerê yê Herêma Kurdistan a Federe şevê din krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Ayhan, şevê din saet di 01.00’an de krîza dil derbas kir. Hevjîna Îbrahîm Ahyan Rezan Ayhan, agahî piştrast kir û diyar kir ku dê biçin Hewlerê cenaze wergirin. Ayhan, ani ziman ku dê cenaze li Rihayê defin bikin. Parlamenterê BDP'ê û HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan di 1968'an de li Navçeya Sîweregê ya Rihayê ji dayik bûbû. Di 1994'an de li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Zankoya Çandiniyê xelas kiribu. Di sala 1997'an de li Rihayê dest bi mamostetiyê kiribû. Di salên 1997-2007'an de di rêveberiya Egîtîm Sen'ê de cih girtibû û Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Rihayê kiribû. Ayhan di hilbijartina 2007'an de îstîfa kir û ji Partiya Civaka Demokratîk bû namzetê “Hezar Hêvî" û heta 1'ê Cotmeha 2010'an parlamenteriya Rihayê ya DTP û BDP'ê kir. Ayhan heta 1'ê Cotmeha 2010’an Serokê BDP'ê kir û di operasyona KCK'ê de hat girtin. Bavê 2 zarokan Ayhan, di 2011’an de bû namzetê serbixwe yê BDP’ê û hat hilbijartin. Ayhan di serdema 24 û 25’an de wekîltiya Rihayê kiribû. Ayhan di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015 û 1'ê mijdara 2015'an de ji HDP'ê dîsa hatibû hilbijartin.