Rojnameger Metîn Dûran vegeriya malê: Bila girtiyên nexweş bên berda 2018-09-20 11:14:32   MÊRDÎN – Rojnameger Metîn Dûran ê ji sedî 93 felç bûye piştî 6 mehan tevî nexweşiya xwe girtî ma, hat berdan û vegeriya mala xwe ya Nisêbînê. Malbata Duran ku bi berdana Metin gelek şa bûn, xwestin hemû girtiyên nexweş bên berdan.    Xebatkarê Radyo Rengîn Metîn Dûran ê ji sedî 93 felç bûye, piştî 6 mehah girtî ma, hat berhdan. Rojnameger Metin Duran, li Qosera Mêrdînê di Radyo Rengîn a bi KHK'ê hat girtin de dixebitî û beriya bê girtin ji ber krîza dil derbas kiribû felç bû. Piştre ji ber dozek der barê wî de hatibû vekirin di 30'ê Adarê de hatibû girtin.  Metîn Dûran 5 meh û 15 roj tevî halê felç girtî bû. Dûran di 17ê îlonê de hat berdan. Dûran piştî kampanyayê li ser medya civakî serbest hat berdan. Duran, piştî rapora saziya Tipa Edlî ya “Nikare li girtîgehê bimîne" serbest hat berdan. Dûran ku li Girtigeha Sincanê girtî bû, piştî rojekê li nexweşxaneya Enqereyê tedawî bû, vegeriya Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê. Malbata Duran bi berdana Metîn gelek kêfxweş bûn û xwestin hemû girtiyên din ên nexweş bên berdan. Duran, piştî vegeriya malê, li salona malê li ser kursiyê mêvanan bi rûkenî pêşwazî dike.    Burayê Metîn Dûran Zeydan Duran, diyar kir ku hêj tenduristiya birayî wî wekî 6 meh berê xerab e û wiha got: "Di rojên pêş de em dê Metin ji bo kontrolê bibin Dîlokê nîşanî bijîşkên Norolojî bidin. Piştî kontrolê em dê dest bi tedawiya fîzîkî bikin. Niha tenê tedawiya derman nayê kirin. Hem tedawiya fîzîkî û derûnî jî girîng e. Piştî Metîn vegeriya malê, di aliyê derûnî û fîzîkî de xwe baştir hîs dire. Bi taybetî ziyaretên mêvanan moral dide wî. Her çend hevalê xwe nas neke jî wan dibîne bêtir moral distîne.    EM BI CEZAYEKÎ 2 BIRA KETIN HUNDIR    Zeydan Duran, anî ziman ku piştî birayê wî hat girtin, ew jî li gel wî di girtîgehê de ma û ji ber vê yekê di milê derûnî de gelek zor û zahmetî jiya û wiha got: "Tu ferqa qawîşa nexweşxaneyê û girtîgehê ji hev tune ye. Em bi cezayekî 2 bira hatin cezakirin. Lê başe em îro vegeriyan mala xwe. Şert û mercên girtîgehê ji bo girtiyan xir perab e. Ji ber vê yekê em dixwazin hemû girtiyên nexweş bên berdan û vegerin malên xwe. Kesên sax ji li girtîgehê nexweş dikevin. Kesên nexweş bêtir nexweş dikevin. Dema ez li cem Metîn girtî bûm, min rewşa girtiyên nexweş bêtir fam kir. Her roj girtiyên nexweş dihatin nexweşxaneyê. Lê rastî muameleya mirovan nedihatin. Bi taybetî ji bo ji ATK’ê rapor bistînin îşkence ye.    MA / Ahmet Kanbal