Farisogûllari: Bi şikandina tecrîdê dê civak azad bibe 2018-09-20 09:04:19 AMED - Ji 11'ê Îlona 2016'an ve agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayên girtin. Parlementerê HDP'ê Mûsa Farisogûllari, diyar kir ku di şexsê Ocalan de civaka Tirkiyeyê hemû tê tecrîdkirin û eger tecrîd ji holê bê rakirin dê civak azad bibe.  Herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an ve malbat bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin çêkir. Ji wê rojê ve bi tu awayî agahî jê nayên girtin. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari bal kişand tecrîdkirina Ocalan û bêdengiya CPT'yê ya li hemberî vê tecrîdê.    ‘DITIRSIN FIKRÊN WÎ BELAV BIBIN'    Farisogûllari, anî ziman ku hêzên navnetewî anxwazin fikrên Ocalan li Rojhilata Navîn belav bibin. Farisogûlalri, diyar kir ku ji sala 1999'an ve Ocalan tê tecrdîkirin û ev yek hem hiqûqa navnetewî hem jî hiqûqa navxweyî bin pê dike. Farisogûllari, destnîşan kir ku ev tecrîd bi tu awayî nayê qebûlkirin û pêvajoya çareseriyê bi bîr xist. Farisogûlalri bilêv kir ku ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn di nêvengeke aştiyane de bijîn Ocalan tev geriyaye. Farisogûllari got: "Niha li Rojhilata Navîn di navbera îktîdara navendî ya 5 hezar salan û hêzên demokratîk de têkoşînek heye. Fikrên Birêz Ocalan ên di vî warî de hin hêzan nerihet kir. Ji ber vê hin hêzên navnetewî li hemberî Ocalan komployek pêk anîn. Ev operasyonek bû ku ji bo civakîbûyîna modernîteya demokratîk pêk neyê. Her wiha peywira gardiyantiyê ya Îmraliyê jî dan Tirkiyeyê."   Farisogûllari, diyar kir ku niha li Rojhilata Navîn şerê 3'yemîn ê cîhanê tê kirin û destpêk vî şerî jî 9'ê Cotmehê ye ku di vê dîrokê de li hemberş Ocalan komploya navnetewî ket bi destê hêzên navnetewî hat kirin. Farisogûllari, diyar kir ku para CPT'yê jî di vê tecrîdkirinê de heye û got: "Eger CPT li hemberî vê rewşê bêdeng be û tiştek eke, nexwe berpirsiyara sereke ya tecrîdê ew bi xweye."    Farisogûlalri, bilêv kir ku bi tecrîdkirina Ocalan re tê xwestin ku çand, dîrok û hebûna kurdan ji holê bê rakirin û divê gelê kurd û siyasetmedarên kurd li hemberî vê yekê xwe li bêdengiyê daneynin. Farisogûllari, diyar kir ku di şexsê Ocalan de civaka Tirkiyeyê hemû tê tecrîdkirin û eger tecrîd ji holê bê rakirin dê civak azad bibe.    DIVÊ HERKES TEV BIGERE    Farisogûllari, diyar kir ku li hemberî tecrîdê ew û Kongreya Civak Demokratîk (KCD) ew ê bi hev re civînan çêbikin û konferansan li dar bixin. Farisogûlalri, bilêv kir ku wek partî ew ê li hemberî vê yekê û polîtîkayên înkar û îmhakirinê derkevin û divê hemû derdor li dijî tecrîdê tev bigerin û bi hev re bitêkoşin.    MA / Mehmet Şah Oruç