'Ji bo fuhûş û tiryakê serbest e, lê ji bo dayikan qedexe ye' 2018-09-20 09:03:26 AMED – Li Amedê ji 1'ê Îlonê ve Parka Koşûyolûyê ku Bîrdariya Mafê Jiyanê jî têde ye, bi bariyerên polîsan hatiye dorpêçkirin. Welatiyên bajêr ji vê rewşê nerazî ne û diyar kirin ku li parkan fuhûş û tiyrak berbelav dibe, dewlet rê li ber vê yekê nagire diçe parkên ku dayik dengê xwe lê radigînin dorpêç dike.  Li navçeya Rezan a Amedê, 3 hefte ye Parka Koşûyolûyê bi bariyeran hariye dorpêçkirin. Welatiyan anî ziman ku dewletê park veguherandiye girtîgeheke nîvvekirî. Lê belê sedema dorpêçkirina parkê ew e ku xizmên windayan her hefte ji bo dîtina windayan û darizandina kiryaran çalakiyê li parkê li dar dixin. Xizmên windayan ji 12'ê Îlona 2008'an ve her şemî li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê dihatin gel hev û çalakiya xwe li dar dixistin. Lê belê di hefteya 500'emîn de çalakiya wan ji aliyê Walîtiya Amedê ve bi hinceta "ewlehiya raya giştî" hat qedexekirin.    ‘BÛYE GIRTÎGEHEKE NÎVVEKIRÎ'    Abdullah Guven (68) diyar kir ku ew carinan ji bo bêhnvedanê tê Parka Koşûyolûyê, lê belê niha park veguherandine girtîgeheke nîvvekirî. Guven got: "Dayik ji bo hestiyên zarokên xwe bibînin li vira çalakiyê li dar dixin. Lê ji bo ev çalalî li dar nejev dora parkê dorpêç dikin. Em ji bo bêhnvedanê tên vira. Lê dema sê ciwan li vira bên cem heve polîs tên dora wan digirin û li nasnameya wan dinerin. Dora parkê jî girtine, kirine girtîgeh. Xwedê ji wan re nehêle."    ‘JI BO FUHÛŞ Û TIRYAKÊ SERBEST E, LÊ...'    Zekî Akinci jî, diyar kir ku ji bo bêhna xwe vedin ew û hevalên xwe hatine parkê û got: "Piştî mirovan ê carê jî parkan binçav dikin." Akinci, anî ziman ku bi taybetî jî polîs nahêlin roja şemiyê ew li parkê rûnên û got: "Li parkên bajêr fuhûş û tiryak zêde bûye. Dewlet rê li ber vê nagire. Lê belê sirf ji bo dayikên ku di salên 90'î de zarokên wan hatin windakirin dengê xwe ranegihînin parkê dorpêç dike."    Salîh Aslan jî, diyar kir ku park ên gel in û ji bo rewşa niha jî got, êdî ew xweziya xwe bi 12'ê Îlonê tînin. Sedat Kandemîr (69)jî destnîşan kir ku li tu deverê cîhanê tiştekî wisa tune ye.    Kandemîr got: "Li Kurdistanê hûn bi ku ve diçin biçin, her tişt qedexe ye. 69 salî me. Di heyata xwe de cara ewil dibînim ku derdora parkekê bi vîa wayît ê girtin. Dixwazin bi her awayî kurdan biçewisînin. Dixwazin bi vî awayî mirovan entegreyî pergalê bikin. Ji bo kes piştgiriyê nede Dayikên Şemiyê van bariyeran ranakin. Ji ber heq û hiqûq tune ye, ke snewêre biaxive jî. Lê ev nayê watey ku gel van tiştan qebûl dike."    MA / Esra Solin Dal