ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-20 09:00:13 * Li Amedê ji 1'ê Îlonê ve Parka Koşûyolûyê ku Bîrdariya Mafê Jiyanê jî têde ye, bi bariyerên polîsan hatiye dorpêçkirin. Welatiyên bajêr ji vê rewşê nerazî ne û diyar kirin ku li parkan fuhûş û tiyrak berbelav dibe, dewlet rê li ber vê yekê nagire diçe parkên ku dayik dengê xwe lê radigînin dorpêç dike.  * Nûnerên partiyên siyasî yên li Meletiyê diyar kirin ku, sedema krîza aborî polîtîkayên AKP'ê ne û sedema sereke jî polîtîkayên şerî ne.    * Ji 11'ê Îlona 2016'an ve agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayên girtin. Parlementerê HDP'ê Mûsa Farisogûllari, diyar kir ku di şexsê Ocalan de civaka Tirkiyeyê hemû tê tecrîdkirin û eger tecrîd ji holê bê rakirin dê civak azad bibe.    * Rêvebeên sendîkayan bertek nîşanî girtina 24 karkerên înşeata balafirgeha 3'yan dan. Rêveberan bilêv kir ku ev biryar biryareke siyasî û got: "Dê karkerên îneşatê rêxistinbûyîna xw enîşan bidin û têkoşîna xwe berdewam bikin."    * Danişîna doza 8 parlamenterênk HDP'ê yên ku ji doza KCK'ê ya sereke dihatin darizandin dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.    * Rojnameger û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk dê Rewşenbirê kurd û rojnameger Musa Anter li cihê ku 26 sal berê di 20'ê Îlona 1992'an de hat kuştin li semta Seyrantepe ya Amedê wî bibîr bînin. Piştre re jî dê biçin Gunde Stilîliyê yê Navçeya Nisêbina Mêrdîn gora Musa Anter ziyaret bikin. (11.30-15.00)   * Komek hiqûqnas, bi armanca piştgiriyê bidin hempişeyên xwe yên girtî dê Nobeta xwe yi pêş Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê di hefteya 71'an de berdewam bikin. (11.30)   * Şaxa SES'ê ya Amedê ji bo balê bikişîne ser xebatkarên tenduristiyê dê li pêş Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Malbatên 34 welatiyên gundê Roboskê yên di êrîşa balafirên şer ên TSK'ê de hatin kuştin, dê li ser gorên zarokên xwe di hefteya 351'an de wan bibîr bînin û edaletê bixwazin (17.30)   * Înîsiyatifa Malbatên Pirsûkê ku di her 20'ê mehê de bi dirûşmeya "Ji bo pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet" daxuyaniyê didin çapemeniyê dê di meha 38’an de li Kolana Halitaga ya Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û edaletê bixwazin. (18.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê bi boneya piştgiriyê bidin karkerên 3'emîn Balafireha Stenbolê dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.30)