‘Di doza Panzerê de li cihê bûyerê keşif hat kirin' 2018-09-19 18:54:19   ŞIRNEX - Di doza panzêrê ya ku li navçeya Silopî polîs bi panzêrê li xanî qeliband û birayên hev Muhammet û Furkan Yildirim di malê de qetil kirin, li cihê bûyerê keşif hat kirin.    Di 3’yê Gulana 2017’an de li Silopiyaya Şirnexê polîsan bi panzerê ketin xaniyê malbata Yildirim û du birayên hev Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) di xew de pelçiqandin û kuştin. Heta niha 4 danişîna doza birayên Yildirim li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Cizîrê pêk hatin. Di dozê de bi tawanbariya “Kuştina bi qisûr” ji 2 salan heta 15 salan cezakirina herdu polîsên bersuc tê xwestin. Polîsê ajokarê maşîneya zirxî Omer Yigît di danişîna destpêkê de hatibû berdan û serbest tê darizandin. Amîrê ku polis erkdarî kirî Murat Maden jî wekî bersûc tê darizandin. Di 4 danişînan de parêzeran xwestibûn ku li cihê buyerê keşif bê kirin û ev daxwaza wan hatibû taloqkirin. Piştî 4 danişin pêk hatin û daxwaza parêzeran 3 caran hat taloqkirin hêj nû li cihê bûyerê lêkolîn û keşif hat kirin. Di danişîna 4'emin de disa biryara keşifkirinê hatibû stendin lê pêk nehatibû.    Piştî li cihê bûyerê lêkolîna keşfê kirin Panzêra ku ket xanî lêkolîn kirin. Heyeta zana li ser biraya  dadgehê di bin ewlehiya zêde de çûn cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Li gel heyete parêzerê malbata Yildirim  Husnu Kaplan ji amade bû. Piştî li cihê bûyerê lêkolîn kirin çûn Kişlaya General Zeki Durlanik  ku panzêra bûye sedema kuştina 2 birayan û niha li wir hatiye parkkirin lêlokîn kirin. Rapora lêkolînê dê di 25'ê Cotmehê de li 5'emîn danişîna dozê pêşkêşî heyeta dadgehê bikin.    DER BARÊ BÛYERÊ DE   Di 3’ê gulana 2017’an de li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopiya ya Şirnexê Muhammed Yildirim (7) û Furkan Yildirim (6) dema li mal raketîbûn, polîsan bi panzêrê li malê qeliband û her du bira di xewê de kuştin. Der barê polîsê panzêrê diajot Omer Yigît û amirê wî peywîrdar kiriye Murat Maden de doz hat vekirin. Heta niha 4 caran danişîna dozê li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin. Polîsê bersûc Omer Yigît ê ji sûcê “Bi zanebûn bûye sedemê kuştina gelek kesan” dihat darizandin di danişîna ewil de hatibû berdan.