10 akademisyen derketin pêşberî dadgehê 2018-09-19 17:45:13   STENBOL - 10 Akademîsyenên aştiyê yên ku danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kiribûn û doz li wan hatibû vekirin, li 26, 36 û 37’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hatin dîtin. Akademîsyenên ku derketin pêşberî dadger danişîna doza wan taloqî dîrokên cuda kirin.    Danişîna doza 10 akademîsyenên aştiyê yên danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin û doz li wan hat vekirin cuda cuda bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kirine" derketin pêşberî dadgehê. Akademîsyen li dadgehên 26, 36 û 37’an derketin pêşberî dadger.    Li salona 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ewil danişîna doza Hîndekara Zanîngeha Hunerên Xweşik a Mimar Sinan Doç. Dr. Derya Firat Şannan hat ditin. Firat, ji ber li dervê welat bû tev li danişînê nebû. Danişîna doza Firat taloqî 12'ê Kanûnê kirin. Piştre li heman salonê danişîna hîndekarê Zanîngeha Bilgî Guventürk Gorgulu hat dîtin. Gorgulu jî ji ber nexweş bû tev li danişînê nebû. Heyetê danişîna dozê ya Gorgulu taloqî 12'ê Kanûnê kirin. Piştre danişîna doza Hîndekarê Zanîngeha Sabanci Engin Kiliç hat dîtin. Kiliç û parêzerê xwe Meriç Eyuboglu li salonê amede bûn. Kiliç, diyar kir ku îdîaname nedane wî û ji ber vê yekê parastin nekir. Kiliç, anî ziman ku metnê ku îmze kiriye ne sûc e û beraeta xwe xwest. Kiliç, piştre dem xwest. Lê heyetê daxwaza kiliç a demê red kir. Heyetê danişîna dozê taloqî 30'ê Cotmhê kir.    Akademisyen Akın Tek  jî derket pêşberî dadgehê û diyar kir ku îddianame teslimî wî nehatiye kirin. Tek beraeta xwe xwest û dem xwest. Heyetê dem da Tek û doz taloqî 31'ê Cotmehê kir.    Piştre doza Ozgecan Korkmaz hat dîtin. Korkmaz, jî derket pêşberî dadger û bi lez beraeta xwe xwest. Lê heyetê daxwaz red kir û danişîn doz taloqî 31'ê Cotmehê kir.  Piştre danişîna doza Akademîsyen û niviskar Osman Cengiz Aktar hat ditin. Aktar ji ber li dervê welat bû parastin nekir. Li ser daxwaza parêzerê wî heyetê doz taloqî 13'ê Kanunê kir.    Li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê jî danişîna doza Akademisyen Adil Emre Zeytinoglu hat dîtin. Heyetê danişîna Zeytinoglu taloqî demên pêş kir.  Li 37’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê jî danişîna doza hîndekarê Zanîngeha Bogaziçi Z.U. hat dîtin. Z.U. ji bo parastinê dem xwest. Heyetê ji bo îdîaname teslimî Z.U bê kirin, doz taloqî 5'ê Adara 2019'an kir.  Piştre li heman salonê danişina doza B.S., yê Zanîngeha Bogaziçi hat dîtin. Heyetê ji bo parastinê doz taloqî 5'ê Adara 2019'an kir.    Li 36’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê jî doza Akademîsyena zanîngeha Bahçeşerîr Naciye Gülengül Altıntaş hat dîtin. Altintaş tev li danişînê nebû û doz talonqî 22'ê Cotmehê kirin.