Li 3 reveberên Hayatın Sesî Tv 11 sal û 5 meh ceza birîn 2018-09-19 17:16:18   STENBOL - Danişîna doza rêveberên Hayatin Sesî TV li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Dadgehê li rêveberên Hayatin Sesî Tv Mustafa Kara, Îsmail Gokhan Bayram û Gokhan Çetin li her yekî 3 sal û 9 meh, bi giştî 11 sal û 5 meh ceza birîn.    Danişina doza xebatktarên Hayatın Sesî tv ya bi KHK'ê hat girtin li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat ditin. Danişîna biryarê ku bi îdîaya propaganda DAIŞ, TAK û PKK'ê kiriye doz li rêveberên TV hatibû vekirin pêk hat. Heyeta 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, piştî îfadeyan biryar da û li Xwediyê Hayatın Sesî tv Mustafa Kara û şirîkê wî Îsmail Gokhan Bayram û Midûrê Weşana Giştî Gokhan Çetin ji bo her kesekî 3 sal û 9 meh bi giştî 11 sal û 5 meh ceza birîn.