Polîsên Şahid: Nayê bîra me, em nas nakin Gulsum Elvan: Ew nanê ku kurê min nekirî dê di qirika we de bimîne 2018-09-19 16:43:00   STENBOL - Danişina doza kuştina Berkin Elvan li Stenbolê hat dîtin. Polîsên şahid gotin "Em nizanin, nayê bîra me, em nas nakin". Dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan jî bertek nîşanî polîsan da û got: "Yên ku kurê min kuştin, ew nayê ku kurê min nekirî dê di qirika wan de bimîne."    Di serhildanên gel a Parka Gezî yên Hezîrana 2013'an de polîsan di mudaxaleyê de fîşeka gazê avêtibû Berkin Elvan û bi giranî birindar kiribûn. Elvan di 16'ê Tîrmeha 2013'an de bi guleya polîsan birîndar bû û piştî 269 rojan jiyana xwe ji dest dabû. 8'emîn danişîna doza Elvan li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişîna dozê de Parlamenterên CHP'ê Ali Şeker û Sezgin Tanrikulu, Parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Garo Paylan, Erkan Baş Huda Kaya û Oya Ersoy Hevserokê Halkevlerî Nuri Gunay û gelek kesên din amade bûn. Zêdebûna polîsan a li ber salonê bal kişand ser xwe.  Danişînê bi xwendina nasnameyan û îfadeya polîsên şahid dest pê kir.  Şahidê bûyerê polîs ê çeka fîşeka gazê (ZET) bikar dianî Mehmet Çevik, îfadya ku dabû dozgeriyê dubare kir. Çevîk diyar kir ku roja bûyerê ne li wir bû.  Çevîk, da zanin ku nayê bîra wî û ew nas nake. Polîsê ku ji heman çeka fîşeka gazê berpirsiyar Mustafa Erbek jî îfade da. Erbek parast ku wê rojê fîşeka gazê neavêtiye û polîs Fatih Dalgali jî nas nake. Erbek jî anî ziman ku nayê bîra wî û nas nake. Polîs Omer Koç jî anî ziman ku ew roj nayê bîra wî û nayê bîra wî ku çeka ZET  bikar anîye. Koç parast ku di roja bûyera Berkîn Elvan de ZET bikar neanî û polîsê bersûc Fatih Dalgali nas nake.  Polîs Orhan Şimşek jî anî ziman ku wan di bûyeran de çifte bikar anin û polîs Dalgali nas nake.    PARÊZER: EM DIXWAZIN POLÎSÊN BERSÛC BÊN GIRTIN   Piştî polisên şahid îfade dan, parêzera malbata Elvan  Çîgdem Akbulut jî paratin kir. Akbulut, anî ziman ku îfadeyên polisan nayê qebûlkirin û rapora saziya tipa edlî kêm e. Akbulut, xwest ji buroya kriminal a neteweyî rapor bê stendin û wiha got: "Ez dixwazin polîsên bersûc bên girtin û girtî bên darizandin. Bêyî hûn sedem nîşan bidin hûn daxwaza me red dikin. Ev nayê qebûlkirin. Fatih Dalgali, navê tu kesên ZET bikar anîye nade. Daxuyaniyên dozger bi nakok in. Hevalê komê Mesut Çiftçî, Fatih Dalgali derewîn derxist."   Prz. Can Atalay jî anî ziman ku li gorî hemû raporan yê Berkîn kuştin ZET'karê duyemîn e. ZET'karê duyemîn Fatih Dalgali ye. Ev bi raporan hat îspatkirin. Rapor dibêjin ZET’karêduyemîn Berkin kuştiye. ZET'karê duyemîn jî Fatih Dalgali ye.      DAYIK ELVAN: HÛN DÊ BI NANÊ KU BERKÎN NEKARÎ BISTÎNE BIMIRIN   Dayika Berkin Elvan Gulsum Elvan jî li salonê bertekên xwe anî ziman û wiha got: "Min kurê xwe şand firinê ku nan bistîne. Lê ji min re îşligê bi xwîn şandin. Em ji kê dipirsin dibêjin 'em nizanin, nas nakin û me nedîtiye.' Ma ev kes qey şeytan e? Îro yê kurê min kuştiye nayê darizandin. Lê parêzer tên darizandin. Li vî welatî zarok tên kuştin. Aliyek dibe şehîd aliyek dibe terorîst. Kurê min çi kir? Kurê min bi zanebûn hatiye kuştin. Di 15'ê mehê de li Vatanê bang li wî kirin. Di 16’ê mehê de jî bi guleyê berdanê. Ev ne tesaduf e. Çawa ku dadgerê Deniz Gezmiş darve kir hestî ket qirika wî, polîsê ku kurê min kuşt jî dê nan di qirika wî de bimîne. Êdî bes e. Ez nikarim aram bibim. Bes e ev îşkenceya ku hûn li me dikin."    Piştî ku Gulsum Elvan li salonê ji se hişê xwe çû ew ji salonê derxistin. Heyetê piştre navber da danişînê. Heyete piştî navberê daxwaza girtina polîs Fatih Dalgali red kir û doz taloqî 28'ê Mijdarê kir.    Piştî danişînê parêzerên Elvan li pêş Edliyê daxuyanî dan çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê Bav Samî Elvan, diyar kir ku tu heviya wî ji vê drozê tune u wiha got: "Tenê em dixwazin qatil bê girtin û cezakirin.  Parêzer Çigdem Akbulut jî diyar kir ku polîsê ku Berkin Elvan kuştiye Fatih Dalgali ye û wiha got: "Di her rûniştinekê de tiştek derdikeve holê. Ji destpêkê de Fatih Dalgali kesê ku Berkin kuştiye ye. Em dê her dem vê yekê teşîr bikin û heta dawî li pişt dozê bin."