‘Kedkarên xizmeta tenduristiyê dan, tên darizandin' 2018-09-19 15:26:17   ENQERE - Xizmetkarên tenduristiyê yên li Navçeya Cizîrê di serdema qedexeya kolanan de hewl dan bi hawara birindarên jêrzemînê de biçin, doz li wan hat vekirin. Danişînê wan di 28'ê îlonê de ye. Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Sinan Adiyaman, diyar kir ku kesên xizmeta tenduristiyê didin tên darizandin û wiha got: "Divê kesên alîkariya tenduristiyê didin kesên pêdiviyê wan ji xizmeta tenduristiyê heye, neyên darizandin."    Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), Yekîtiyia Hekîmên Diranan ên Tirk (TDB), SES, DEV-SAĞLIK İŞ û TUMRAD-DER'ê têkildarî doza xizmetkarên tenduristiyê yên alîkarî dabûn kesên di qedexeya kolanan a Cizîrê de di jêrzemînê de asê mabûn û di 28'ê Îlonê de derkevin dadgehê li salona TTB'ê civinê pêk anîn. Hemû rêxistinan bi hevre li odeya TTB'ê civîn pêk anîn. Di civînê de  Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Sinan Adiyaman, diyar kir ku kesên xizmeta tenduristiyê didin tên darizandin û wiha got: "Divê kesên alîkariya tenduristiyê didin kesên pêdiviyê wan ji xizmeta tenduristiyê heye, neyên darizandin."    Adiyaman, di bûyerên Gezî de jî dema me ewil xizmeta tendruristiyê bir ji birîndaran re em hatin darizandin û wiha bi dawî kir: "Kesên ku alîkariyê ji me dixwazin û em alîkariyê didin wan, dadgeh û darazê dixin nava me. Disa li Kocaelî, Wan, Soma, Ermenekê alîkarî birin ji birîndaran re disa em bûn. Em bang li her kesî dikin ku di roja danişînê de li cem xizmetkarên tenduristiyê cih bigirin. Divê kesên xizmeta tenduristiyê didin kesên pêdiviya wan bi xizmetê heye, neyên darizandin."