Doza Pasûrê betal kirin û bersûc beraet kirin 2018-09-19 14:13:23   ENQERE - Danişîna doza biryarê ya Pasûrê ku 25 sal berê 11 kes li Pasûrê hatin kuştin, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereye hat ditin. Heyeta dadgehê doz betal kir û bersûcên bozê Fermandarê Tugaya Komandoyê Çiya ya Bolu Yavuz Erturk beraet kir.    Li navçeya Pasûrê ya Amedê, leşkeran 11 gundî di navbera 8 û 25’ê Cotemeha 1993’an de binçav kirin û winda kiribûn. 18’emîn danişîna “Doza Pasûrê” li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Enqerê hat ditîn.  Danişîna doza biryarê ya Pasûrê ku 25 sal berê 11 kes li Pasûrê hatin kuştin, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereye hat ditin. Heyeta dadgehê doz betal kir û bersûcên bozê Fermandarê Tugaya Komandoyê Çiya ya Bolu Yavuz Erturk beraet kir.    Di 17'emîn danişîna doza Gulanê de Dozger Şaban Yavuz mutala xwedibû û beraeta Erturk xwestibû.Dozger xwestibû doz bi dawî bibe. Şandeya dadgehê,  piştî daxwazên parêzeran girtin, biryar dabû ku girtina Erturk berdewam bike û ji bo parêzer li dijî mutalayê parastin bikin, dem dabû. Heyetê di danişîna îro de biryar da û doz betal kir û beraata Erturk da.