Xwe wekî MÎT û JÎTEM'ê dan naskirin û şelihandin 2018-09-19 13:29:00   AMED - Li Amedê 9 kesên ku 5 ji wan hatine girtin xwe wekî endamên MÎT û JÎTEM'ê dan naskirin gelek kesên doz li wan hatibû vekirin şelihandibûn. 9 kesên ku welatî şelihaddin heta15 sal cezayê girtîgehê doz li wan hat vekirin. Endamên koma çeteyan ji 14 bûyerên şelihandin û xapandinê 500 hezar tl neheq qezenç kiribûn.    Li Amedê di salên 2017-2018'an de komek polîs û çawîşên pispor ên xwe wekî MİT û JİTEM  dan naskirin gelek welatî xapandin û pere ji wan stendin. Têkildarî bûyerê 9 kes hatibûn binçavkirin. Çawişê Pispor D.K. jî heye 5 kes hatibûn girtin. Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê 5 ji wan girtî 9 kesan de îdîaname amade kir û pêşkêşî dadgehê kir. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îdîaname qebûl kir û doz vekir. Serokê komê Abdurrahman T.’ kesên di nava wan de xwînîtî heye Leyla A. û Mehmet B. bi îdîaya “li ser navê rêxistinê xebatan dikin" li polîsan gilî kir. 2 kesên hatin binçavkirin piştî îfade dan, derket holê ku koma delkbazî û hîlebazan ava kirine.  Piştî der barê 9 endamên koma çeteyên delkbazan de lêpirsîn hat destpêkirin di 22'ê Çileya 2018'an de bi ser mala Abdurrahman T., Abdullah İ., û Fettullah T. de girtin û binçavkirin. Di 25'ê Çile de sewqî dadgehê kirin û şandin girtîgehê. Di lêpirsînê de derket holêku koma çete ya 9 kesan beşdarî 14 bûyeran bûne û neheq 500 hezar tl qezenç kirine. Hat diyar kirin ku heta niha 30 welatî xapandine.    Hat zanin ku koma çeteyan kesên ku nehatine xapandin li Navenda Ragihandinê ya Serokwezîriyê (BİMER) û NAvenda RAgihandinê ya Serokomariyê (CİMER) gilî kirine. Piştî danişîna dozê hat dîtin heyeta dadgehê der barê 5 kesan de berdewayima girtirna wan da û doz taloqi mijdarê kir.