Kobanî ji bo Efrînê meşiyan 2018-09-19 12:57:34 KOBANÊ - Li Kobanê, ji 7 salî heya 70 salî hemû kes ji bo Efrînê meşiyan. Li bajêr dibistan ketin betlanê, hemû xwendekar, mamoste û nûnerên saziyan beşdarî meşê bûn. Gelê Erep ê li bajêr jî beşdarî meşê bûn.    Kobaniyan, bi pêşengtiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), ji bo rizgarkirina Efrînê meş lidar xistin. Bi hezaran kesên li ber Qada Peykera Jina Azad kom bû, posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, flamayên YPG, YPJ, QSD, TEV-DEM, PYD û TEV- ÇAND’ê, wêneyên kesên li Efrînê jiyana xwe ji dest dayîn, pankart û dovîzên balê dikişîne ser rewşa Efrîn û tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hilgirtin.     Li Kobanê ji derveyî firin û eczaxaneyan hemû cihên kar deriyên dikanên xwe girtin û beşdarî meşê bûn. Li bajêr dibistan ketin betlanê, hemû xwendekar, mamoste û nûnerên saziyan beşdarî meşê bûn. Gelê Erep ê li bajêr jî beşdarî meşê bûn. Welatiyên bi darê zorê Efrîn derk kiribûn jî di rêzên pêşîn ên meşê de cih girtin û girseyê bê navber dirûşema “Bijî berxwedana Efrînê” berz kirin. Meşa bi coşek mezin hat destpêkirin, li ber Qada Azadiyê bi dawî bû.    Piştî meşê di axaftinên hatin kirin de, wiha hat gotin: “Ji bo tecrîta Girtîgeha Îmraliyê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û Efrîn azad  bibe, divê em têkoşîna xwe bilindtir bikin.”   MA / Nazim Daştan