Delîlek nû li dosya Kemal Kurkut zêde bû: Ne hewce ye em guleyê berdin zilam kî 2018-09-19 12:52:18   AMED - Delîlek nû li dosyaya kuştina Xwendekarê Zanîngehe Kemal Kurkut zêde bû. Di dîmenên ji maşîneya zirxî hatin kişandin de derket holê ku dikarîbûn Kurkut bi saxî binçav bikin. Di axaftina 2 polîsan de, polîsek ji yê din re dibêje “Ne hewce ye em guleyê berdin zilam  kî."    Xwendekarê Zanîngeha Înonu Kemal Kûrkût ê 22 salî, ji bo Newrozê di 21’ê Adara 2017’an ji Meletiyê hatibû Amedê. Kûrkût di têketina qadê de tevî bedena xwe ya tazî, polîs Y.Ş. ji pişt ve gule berdayê û ew li qada Newrozê qetil kir. Di ser kuştina Kurkut re 18 meh derbas bûn. Dema hat qetil kirin kêlî bi kêlî wêne hatibûn kişandin û bi raya giştî re hatibû serwîskirin. Dîsa salek şûnde dîmenê kêlî bi kêlî kuştina Kurkut hatin bidestxistin. Dîmenên kamerayê yên ku ji wesayîtên zirxî û avahiyên li derdorê hatin belavkirin, dema qetilkirinê bi awayekî zelal derdixe holê. Heta niha 2 danişîna doza kuştina Kemal Kûrkut li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatin dîtin. Daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut polîs Y.Ş. dîsa ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Heyetê danişîn taloqî 20’ê îlonê kiribû. 2 roj şûnde dê 3'yemîn danişîna dozê bê dîtin. Polîsê kujer hêj serbest tê darizandin û li ser kar e.    Serdogzeriya Komarê ya Amedê, têkildarî lêpirsîna Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin daxuyanî dabû û diyar kiribû ku, Kurkutê ku di dest wî de kêr hebûye ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.  Dozger diyar kir ku ji du polîsên îfadeya wan hatiye wergirtin, yek jê serbest hatiye berdan û polîsê din ê bi daxwaza girtinês ewqî dadgehê hatiye kirin jî, bi şertê venêrîna edlî serbest hatiye berdan.  Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu, têkildarî kuştina Kemal Kurkut pirsname dabû Serokwezîr û xwest bibersivîne. Dîsa parlamentera HDP'ê ya Amedê Sibel Yîgîtalp ji mijar biribû rojeva meclîsê.    13 SANIEYÊ DEMA KUŞTINÊ   Di rapora dosyayê de agahiyek nû hat zêdekirin. Di dîmenên ji maşîna zixrî hatiye kişandin tê dîtin ku dikarin Kurkut binçav bikin û dûr bixin. Lê li şûna vê yekê gule berdidin wî. Di vê kêliya dîmenê de polîsek ji polîsê din re dibêje "Ne hewce ye em guleyê berdin  zilam kî.' Ev dîmen jî wekî delîl li dosyayê hat zêdekirin.    Parêzera Kurkut Reyhan Yalçındağ Baydemir, der barê dîmena axaftina polisan de wiha got: "Di dîmenan de jî xuya dibe ku polîs dibêje hewce nake gule berdê.  Di vê dîmenê de jî xuya dibe ku polîs Y.Ş. Kemal bi zanebûn kuştiye. Hevalê polîsê bersûc Y.Ş. jî di dîmenê de diyar dike ku pêwistî bi berdana guleyê tune. Dibêje hewce bi kuştina Kurkut tune. Li vir jî xuya dibe ku Kurkut bi zanebûn hatiye kuştin û mafê wî yê jiyanê ji destê wî hatiye girtin. Li aliyê din li gel ku amîrekî din dibêje "Gule bernedin" jî dîsa Y.Ş. gule berdide Kemal Kurkut û wî dikuje. "      MA / Aydın Atay