Xebatkarê Radyo Karacadag Erbekler: Em ê bêdeng nebin 2018-09-19 12:26:02   RIHA - Xebatkarê Radyo Karacadag a bi KHK’ê hat girtin ê 23 mehan bê îdîaname digirtîgehê de ma Salih Erbekler, diyar  kir ku ew nizane bi çi tê sûcdarkirin û got: “Çapemeniyeke ku dixwazin bêdeng bikin heye. Emê tu carî bêdeng nebin û emê dengê xwe bilindtir bikin.”    Radyo Karacadag a guhdarvanên wê herî zêde li Rihayê heyî di 30’ê Îlona 2016’an de bi KHK’ê di çarçoveya OHAL’ê de hat girtin û xebatkarê wê Salih Erbekler 23 mehan bêyî ku îdîanameya wî hebe di girtîgehê de girtin. Erbekler ê 23 meh şûn de hat berdan, diyar  kir ku ew hîna jî nizane bi çi tê sûcdarkirin û çima evqas di girtîgehê de hiştin.    ‘EZ HÎNA JÎ NIZANIM BI ÇI TÊM DARIZANDIN’   Erbekler, anî ziman ku di serdegirtina malê de hat binçavkirin û wiha axivî: “Di pêvajoya binçavan de pirs ji min pirsîn. Piştî hatim girtin û şûn de min ne rûyê dozgerekê, dadgerekê û dadgehê nedît. Ez dikarim bêjim vale vale 23 mehan di girtîgehê de girtim. Bernameyên di radyoyê de hatibûn weşandin û stranên hatibûn lêxistin ji min pirsîn. Qaşo me bi stranên lêxistine heqaret li serokkomar kiriye û propagandeya rêxistinê kiriye. Lê  behsa kîjan stranê jî dikirin ji min re nedigotin. Dema dibin çavan de tenê min tiştek zanî, ew jî dixwestin min bixin girtîgehê. Delîlek zelal di destên wan de tunebû û hemû sûcdariyên ne rast bûn.”   ‘BINPÊKIRINÊN MAFAN PIR ZÊDE BÛNE’   Erbekler, da zanîn ku ew di pêvajoya OHAL’ê de ket girtîgehê û wiha got: “Di girtîgehên Xarpêtê û Tarsûsê de heta bêje binpêkirinên mafan hebûn. Bi taybetî di pêvajoya OHAL’ê de pêkanînên keyfî zêdetir bûn. Hevdîtina 3 hevalan hat rakirin. Çalakiyên sporê, mafê sohbet û hwd. ji holê hatibûn rakirin. Di hevdîtinan de lêgerîna tazî ferz dikirin.”   ‘ÊRÎŞ Û ZEXT BERDEWAM DIKIN’   Erbekler, destnîşan kir ku hemû hevdîtinên wan ên bi rayedarên girtîgehê re bê encam diman û wiha pê de çû. “Ji bo Wezareta Dadê me daxwazname dişandin. Lê rayedarên girtîgehê li gorî dilê xwe tevdigeriyan û wan daxwaznameyên me dinirxandin. Hemû serlêdan û giliyên me bê encam diman. Her çiqasê OHAL hatibe rakirin jî, êrîş û zextên li girtîgehan berdewam dikin. Hîna jî rojnameyên Yanî Yaşam, Evrensel, Cumhuriyet û Bîrgûnê bi awayekê keyfî nadin girtin.”   ‘EMÊ BÊDENG NEBIN’   Erbekler, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Berî bikevim girtîgehê, êrîş li ser saziyên çapemeniya azad û xebatkarên wê hebûn. Bi pêvajoya OHAL’ê re ev êrîş zêdetir bûn. Kes nikare nûçeyên li gorî dilê xwe çêbike. Yên dixwazin jî tên astengkirin. Wan davêjin girtîgehan. Rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegertiyê niha di girtîgehan de girtîne. Êrîşên mezin li ser çapemeniya azad hene. Ez jî berî hefteyekê rojnamegerek girtîbûm. Ev hevî dikim hemû hempîşeyên me didemek zû de derbikevin. Emê li vê derê berpirsiyartiya xwe bînin cih. Çapemeniyekê ku hewl didin bêdeng bikin heye. Emê jî bêdeng nebin û heya ji me tê emê dengê xwe bilindtir bikin.”