Erdogan û Putîn li gorî daxwaza Rûsyayê di Idlibê de li hev kirin 2018-09-19 12:10:23   IDLÎB - Erdogan û Pûtin li ser rewşa Idlibê li ser hin xalan li hev kirin. Yek ji "Bêçek kirina" herêma 15 kilometre ya ser sînorê Tirkiye û Idlibê ye. Rûsya bi vê xalê dixwaze rêya Lazkiye Helebê bi dest bixe. Her çend hesabên Rusya, Îran û Tirkiye yên cuda li ser masê hebin jî tê diyar kirin ku dê Idlibê ji komên çekdar paqij bikin.    Niqaş û geşedanên li ser şerê navxweyî yê Sûriye niha li Navenda Idlibe kûr dibe. Hewldanên dîplomatîk ên di navbera Tirkiye, Rûsya û Sûriye de didomin. Herêma Heleb û Şamê, ji Guta, Hama, Humusê bi destê Tirkiye komên selefî derbasî Idlibê kirin. Mijarên Rusya, DYA û YE'ê yên berjewendiyê bû sedema hebûn û tunebûnê. Welatê 24'emin ê Sûriye Idlîb, piştî Reqqa ked destê komên selefiyan. Piştî Idlib ket destê Selefiya di navbera Tirkiye Rusya û Îranê de bû sedema zêdebûna dîplomasiyê. DYA û welatên Ewropa jî li ser Idlibê gotin gotin. Herî dawî Tirkiye û Rûsya li ser Idlibê li Soçî hatin cem hev. Hat diyar kirin ku li ser "Herêma bêçekbûnê" li hev kirine. Li gorî vê yekê dê komên selefî û çekdar li herêma 15 kîlometre ya bê çek bi cih bikin. Tê diyar kirin ku dê herêma navbera Halep, Hama û Lazkiye wekî herêma bêçek îlan bikin. Lê Rûsya jî dixwaze rêya navbera Lazkiye û Halepê têxe bin kontrola xwe. Tê xwestin El Nusra Cephesi (Heyet Tehrir El Şam-HTŞ) ku berdewama El Kaîde ye, û komên din 15 kilometre dûr bixin. Dixwazin eskerên Rûsya û Tirkiye li vir bi cih bikin. Rayedarên Tirk ev yek aşkere kirin.     KOMÊN RADÎKAL KOZIKÊN XWE ZEXM DIKIN   Herêma ku tê xwestin li gel cihê Halep, Hama û Lazkiye û heta Şamê dirêj dibe. Girtina van herêman hem ji bo rejîma Sûriye, hem jî dê Îran û Rusya aram bike. Ger ku kontrola rê têkeve destê rejîmê, ji bo Sûriye dê gefên li ser Halepê ji holê rae. Ji bo Îranê dê bibe sedema ku hêzên leşkerî li herêmê bi cih bike û ji bo Rûsya jî dê bibe sedema ku li Hmeymim ewlehiya Barageha Hewayî  pêk bîne. Lê komên radikal ên selefî yên li herêmê jî li dijî daxuyaniyan tev digerin. Li gorî agahiyên herêmê tê diyar kirin ku komên selefî yên radîkal kozikên xwe xurt dikin û çekên giran li herêmê bi cih dikin.    HER ALIYEK XWEDÎ PLANÊN CUDA NE   Li aliyê din hat diyar kirin ku Tirkiye li ser herêma Hatay û Kilisê sewqiyata leşkerî dike. Hat zanîn ku sewqîyat her roj zêde dibe. Tê gotin ku sewqiyat li dijî peymanê ye. Li gorî taahhutên ku Rûsya da, dê komên çekdar ji herêmê dûr bixe û tasfiye bike. Tirkiye vê rewşê dibîne û li gorî vê yekê gavan davêje. Hat zanîn ku Rejîn li gorî Rusya tev digere, lê li aliyê din amadekariyên operasyonê jî dike. Li aliyê din aliyê herî zêde ku dixwaze Tirkiye ji herêmê derkeve jî Îran e. Ev nîşan dide ku her aliyek xwedi hesab û planek e û li gorî hesabên xwe yên şexsî nêzîk dibin.    Li gorî hin agahiyên din liser bazara Tirkiye û Rûsya, dema Rûsya li hin komên selefi bixe, dê Tirkiye çavê xwe ji vê yekê re bigire. Hat zanin ku çend rojin Rusya li ser vê rastiyê herêmê bombe dike. Hin komên selefî yên li herêmê jî li Efrîn û derdorê Efrînê bi cih bûn.    Bajarê Idlibê ji bo Tirkiye her roj bêtir dibe girêka kor. Tê zanîn ku hatiye plan kirin ku herêma Idlibê pêl bi pêş paqij bikin. Di pêngava yekem de hat dîtin ku ji çoltara pajaran dest bi paqijiyê kirine. Di bin navê "Bêçekkirinê de" tê payin ku Idlibê têxin bin venêrtina mîlîsên Rejîm û Iranê. Tirkiye jî hewl dide ku bi zerake kêm ji Idlibê derkeve. Komên ku li dijî Tirkiye gavan bavêje jî dê Rûsya lê bixe û ev yek dê rewa bê dîtin.    ROJÊN BÊTIR ÇALAK LI BENDA TIRKIYE NE   Li aliyê din li Idlibê live û tevgerek zêde pêş dikeve. Tê zanîn ku sewqîyatek mezin li navenda bajar tê kirin. Komên ji vê rewşê bêzaer bûne di navbera wan û Tirkiye de rageşî zêde dibe. Ger ku rewş bêtir aloz bibe û çember bêtir teng bibe tê diyar kirin ku dê şerê navbera komên çekdar dest pê bike. Hat diyar kirin ku hin komên çekdar di sînorê Hatayê re derdbasî Tirkiye bibin û Tirkiye kontrola sînor zêde kiriye.      MA / Nazım Daştan