Çerkez û Tirkmenên li Mînbîcê komele avakirin çand û zimanê xwe diparêzin 2018-08-15 10:55:44 MÎNBÎC - Tirkmen û Çerkezên li Mînbîcê dijîn, di meclîsên leşkerî û sivîl de nûnertiya xwe diparêzin. Gelên li bajêr dijîn bi avakirina komeleyên xwe çand û zimanê xwe didin jiyîn û hewl didin pêş bixin. Li bajarê Mînbîcê yê  Sûriyeyê ji çand, ziman û nasnemyên  cuda  gel bihevre dijîn. Mînbîca ku 2 salan dibin dagirkeriya Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) û 2 salan jî dibin dagirkeriya DAIŞ’ê de ma, gelên Kurd, Erep, Ermenî, Tirkmen, Çerkez û Çeçen bi hevre dijîn. Minbic, piştî operasyona leşkerî ya Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê di 15’ê Tebaxa 2016’an de ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Gelê Mînbîcê yê bi prespektîfa neteweya Demokartîk xwe birêxistin dikin, hewl didin bibe modele çareseriya krîza li Sûriyeyê tê jiyîn. Hemû bawerî û gelên li bajêr dijîn, di Meclîsa Sîvîl a Mînbîcê de cih digirin.   TIRKMEN DI MECLÎSÊN SÎVÎL Û LEŞKERÎ DE NÛNERTIYA XWE DIPARÊZIN   Li tevahiya Sûriyeyê, Tirkmen xwedî nifûsek girînge û herî zêde li herêmên sînorê Tirkiyeyê dijîn. Li bajarên mîna Îdlîb, Efrîn, Ezaz, Cerablus, Girê Spî û Mîncîcê cih digirin, li dijî DAIŞ’ê û komên selefî şer kirin. Di parastina welat de Tirkmenan gelek ciwanên xwe spartin axê û li gelek ciha di rêveberiyên sîvîl ên Bakurê Sûriyeyê de cih digirin. Tirkmenan li Mînbîcê, Komelya Tirkmenan vekirni û li komeleyê xebatên çandinî û hünere bi rêve dibin.    ‘BERÎ ÇEND MEHAN ME KOMELEYA XWE AVA KIR’   Gelê Tirkmen hin caran rastî gefên komên hevkarên Tirkiyeyê tên û bi israrin li dijî hemû êrîşan xwe bi rêxistin bikin. Ji rêveberên Komeleya Tirkmenan Farîs Heyder, diyar  kir  ku berî çend mehan wan komeleya xwe ava kirin û wiha axivî: “Tirkmen, hem di parastinê de û hem jî di rêveberiyê bajêr de cih digirin. Em amadene li dijî hemû hêzên dagirker axa xwe biparêzin. Vî gelî hem li dijî DAIŞ û hem jî li dijî komên selefî berdêlên pir mezin dan. Em ji wan xesal bûn. Niha jî ev kom bi hevkariya Tirkiyeyê dixwazin me tune bikin. Xwediyê vê axê û vî bajarê hene. Bila Tirkiye qet nebêje ew li ser komên selefî û hêzên talanker Tirkmenana diparêzin. Tirkmen hene, îro li bajarê xwene û li gel gelê xwe cih digirin. Dema Mînbîc azad bû, mîna hemû gelên din, Tirkmen jî pir keyfxweş û kelecan bûn. Niha Tirkmen li Îdlîb, Efrîn, Cerablûs û Ezaz jî hene û ji azadiya wan jî em bangawî dikin.”    ÇERKEZ LI MÎNBÎCÊ XWEDÎ RENGEK GIRÎNGIN   Yek ji gelên din ên reng didin pergala Mînbîcê û li bajêr hebûna xwe diparêzin, gelê Çerkeze. Gelê Çerkez di serî de li bajarê Mînbîcê, li gelek bajarên din ên Sûriyeyê dijîn. Çerkez di sala 1864’an de ji ser axa xwe Çerkesyan a Kafkasyeya  Rûsyayê koçî Sûriyeyê hatine kirin. Komên selefî û DAIŞ’ê, berî dagirkirina welatê wan nifûsa wan pir zêde bûye. Piştî Mînbîç ji aliyê DAIŞ’ê ve hat dagirkirin, gelek ji wan koçî Ewropa, Rûsya û Tirkiyeyê kirin. Niha nêzî 200 malbat li bajêr dijîn û gelek ji van malbatan jî, ligel 153 sal bi ser koçberiya wan re derbas bûn jî, hîna jî Komkujiya Çerkes ji bîr nekirin û mîna duh tê bîra wan. Hema bêje hemû malbatan zimanê dayîka xwe ji bîr kirine.   ÇERKEZAN KOMELEYA XWE AVA KIRIN    Yek ji damezrînerên Komeleya Çerkezan Neciye Qîtawî, diyar kir ku ew baş dizane Çerkezên li bajêr ji ku derê hatine û wiha axivî: “Berî 150 salan em li ser axa xwe bûn. Çandeke me ya bi kok heye, lê ligel vê yekê jî dinava demê de me hin çandên xwe ji bîr kirin. Ji bo ku em bijîn, em neçar man ku ji çanda xwe hin tiştan ji bîr bikin. Di hin deman de me hewl da em çanda xwe bi awayekê veşartî bidin jiyîn. Lê em nekarî em xwe ji çerxa pişavtinê rizgar bikin.”   ‘EM Ê FÊRÎ ÇAND Û ZIMANÊ XWE BIDIN’   Qîrtawî, da zanîn ku piştî DAIŞ ket bajêr, hejmarek zêde ya nifûsa Çerkezan neçar man ku birêvin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çerkezên li vê derê tu caran nebûn rejîm, OSO û DAIŞ. Yekem care di projeya bihevrebûna gelan de, tên gel hev. Li Mînbîcê ji DAIŞ’ê xelasbûn, ji bo me weke mîladekê bû. Em cihê xwe di rêveberiya bajêr de digirin. Roja ku bajêr azad bû jî me komeleya xwe vekir. Bi vî awayî em xwe bi rêxistin dikin, cardin fêrî ziman, çand û jiyana xwe dibin. Bi taybetî em giraniyê didin ser fêrbûna zimanê xwe. Gelek derfetên me hene. Azadkirina Mînbîcê li hemû gelan pîroz be.”   MA / Nazim Daştan