'Nivîsandin û xwendina bi zimanê xwe berpirsiyariya sereke ye' 2018-08-15 09:13:53 ÊLIH - Ramamzan Kavakê ku ji mamostetiyê hat îxrackirin, pirtûka wî ya duyem a helbestan "Êşa Genim" derket. Kavak got: "Ya ku hişt ez bi zimanê xwe binivîsînim heqîqet e."  Ramazan Kavakê ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji mamostetiyê hat îxrackirin, pirtûka wî ya duyem a helbestan "Êşa Genim" derket. Piştî pirtûka wî ya yekem "Şiverêk" pirtûka wî ya duyem "Êşa Genim" jî ji Weşanên Na'yê derket.    'DIVÊ WÊJE BI WÊREKÎ RASTIYÊ BINIVÎSE'    Kavak, bilêv kir ku wêje dişibe gel û got: "Eger gel bê eciqandin, divê wêje vê yekê bi wêrekî binivîse. Handîkapa herî mezin a civakên bindest ew e ku hejmara kesên bi zimanê xwe dinivîsin û dixwînin pir kêm e. Wêjeya kurdî xwedî çandeke dewlemend e, lê di wêjeyê de em gihaştine wê radeya ku em bêjin temam e? Divê ev em li vê yekê bipirsin. Her wiha divê em tu carî jî qîma xwe bi ya heyî neyînin." Kavak, diyar kir ku nemaze jî di deh salên dawî de wî bala xwe daye ser xwendin û nivîsandina bi kurdî û got: "Ya ku hişt ez bi zimanê xwe inivîsînim heqîqet e. Ji bo em wêjeya xwe di nav wêjeya cîhanê de bi awayekî çak bidin nîaşndan, nivîsandin û xwendina bi zimanê xwe berpirisyariyek e. Eger em di vê çarçoveyê de bixwînin û binivîsînin, em ê kêm zêde karibin desynê wêjevan û dengbêjên xwe yên ku zimanê me anîne roja îroyîn jş bidin."    DÊ BKES BI HELESTAN BÊ BIBÎRANÎN    Kavak, destnîşan kir ku hem li herêmê hem jî li gelek deverên ku kurd lê dijîn zêde çewisandin hene û di avêtina ser malan de gelek pirtûk wekî "sûc" tên hesaidnin û got: "Çend roj berê pirtûka ku hemû helbestên Şêrko Bêkes têde cih digirtin di dosyeyekê de wekî sûc hat hesibandin. Ji bo çi pirtûkek wekî sûc tê hesibandin? Eger li welatekî wêje sûc be, dê aramiya civakî zêde texrîb bibe. Bi kîjan zimanî dibe bila bibe divê mirov ji wêjeyê entirse. Kesên ku pirtûka Şêrko Bêkes sûc hesibandin, dê sibê bên jibîrkirin lê dê Bêkes tim û tim bi helbestên xwe bê bibîranîn."    'WÊJE MANEWIYATÊ TEZE DIKE'   Kavak, sedema ku navê "Êşa Genim" li pirtûka xwe kiriye jî got: "Li vê erdnîgariyê bav û dapîrên me genim kedî kirine û berpêşî mirovahiyê kirine. Min di helbestên xwe de zêde metafor bi kar anîne. Ez hemû peyvan ji xwendevanan re dihêlim. Îro li Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ku genim li vir şîn hat veguheriya gola xwînê û bûye sedema birîndarkirina genim. Birîn jî tenê bi aştiyeke civakiyî dikarin bên cebirandin. Simbilên genim ên vê xakê bi hesreta aştiyê ne û niha zer dibin."    Kavak, destnîşan kir ku li hermû qadên jiyanê krîz rû dane û got: "Wêje û aramiay civakiyî bi hevdu re pêş ve dikevin. Lê di krîzên aborî de wêjeya gelên bindest ên wekî gelê kurd zêde tesîrê digirin. Şert û merc çi dibin bila bibin, divê berkesê van şeratn xwendevan û nivîskarên kurd bêtir bi kurdî bixwînin û binivîsînin û xwedî li pirtûkên kurdî derkevin."   Kavak bilêv kir ku ew ji xwe re nabêje helbestkar û got: "Niha her kes helbestan dinivîsîne û dibêje helebstkar im. Lê kîjan helbest e û kî helbestkar e nizanim. Ez tenê dinivîsînim, ya ku vê diyar bike gel e. Niha ji ber polîtîkayên neolîberal civak ji manewiyatê dûr dikevin. Aha di vir de wêje dikeve dewrê û vê manewiyatê teze dike. Îjar dema ku mirov xwe bi vê manewiyatê ve girê bide, dê civak mirov bibîne û dê qîmetê bide berhemên te."    MA / Metin Yoksu