'Ozgur Gundemê ji çanda ragihandina heqîqetê bû’ 2018-08-15 09:11:46 STENBOL – Di ser girtina Rojnameya Ozgur Gundemê re 2 sal derbas bûn. Gerînendeyê weşana giştî yê rojnameyê Zana Kaya, diyar kir ku Ozgur Gundem ji çandeke ku heqîqetê bigihîne gel tê û got: “Îro dibe ku Ozgur Gundem tune be û weşaneke din hebe. Tim û tim di navbera civak û heqîqetê de pirek tê avakirin û dê bê avakirin.”  Rojnameya Ozgur Gundemê du 16’ê Tebaxa 2016’an de ji aliyê Dadweriya Ceza ya Sulhê ya 8’an a Stenbolê ve hat girtin. Piştî girtinê polîsan avêt ser avahiya rojnameyê ya li Taksîmê û gerînendeyê weşana giştî yê rojnameyê Zana Kaya û midûrê karê nivîsan ê rojnameyê Înan Kizilkaya jî di nav de 24 rjnamgere hatin binçavkirin. Kaya û Kizilkaya hat girtin û 22 rojnamevanên din hatin berdan. Kaya 5 mehan û Kizilkaya jî 16 mehan di girtîgehê de man. Rojnameya ku bi biryara dadgehê hat girtin di 29’ê Îlona 2016’an de jî bi KHK’ê careke din hat girtin.    ‘PIŞTÎ BIDAWÎKIRINA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ ÇEWISANDIN ZÊDEBÛN’    Zana Kaya, bilêv kir ku Ozgur Gundeê yek ji rojnameyên girîng ên Tirkiyeyê bû û ji ber mafê nûçegirtinê yê gel esas digirt hat girtin. Kaya, bi bîr xist bi “Pêvajoya Çareseriya Demokratîk” ku di 2013’an de ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin daxwaza ji bo aştiyê ya civaka Tirkiyeyê zêde bûbû û got: “Lê pêvajoya çareseriyê di 2015’an de hat bidawîkirin. Bi bidawîkirina pêvajoyê re polîtîkayên çewisandinê yên li ser çapemeniyên muxalif ketin dewrê. Ev çewisandin ewil li ser Ozgur Gundemê pêk hatin.”    Kaya, destnîşan kir ku gava ewil a çewisandinê li ser çapemeniyê pêk hat û got: “Çewisandina çapeneiya ku daxwazin civakê dida der bû destpêka pêvajoyeke nû. Çewisandina li ser Ozgur Gundemê jî di asasê xwe de bû gava ewil a çewisandinê. Êrîşa ku Ozgur Gundemê hedef girt, paşê li ser çapemeniya muxalif a Tirkiyeyê bi tevahî belav bû. Bi girtinan di dîroka çapemeniya Tirkiyeyê de pêleke mezin dest pê kir.”    ‘JI BER ME RASTÎ DINIVÎSAND LI XWEŞA ÎKTÎDARÊ NEDIÇÛ’    Kaya, destnîşan kir ku sedema sereke ya hedefgirtina Ozgur Gundemê ew bû ku, îktîdar tehamulî rastiyê nedikir û got: “Di şert û mercên niha yên Tirkiyeyê de nivîsandina rastiyan bedêlên giran divê. Ji ber ku me weşangeriyeke li ser navê civakê dikir, me nikaribû em heqîqetê ji civakê veşêrin. Lê li ser navê civakê nivîsandina me ya rastiyan li xweş aîktîdarê neçû. Ji ber me çewisandin, zilm, îşlence û rastî bi wêne û vîdeoyan parve dikir, îktîdar nerihet bû. Piştî helwdana darbeye bi demeke kurt hikûmet hewldana darbeye veguherand fersendekê û berê xwe da derdorên muxalif. Çewisandin, binçavkirin û girtina Gundemê div ê çarçoveyê de ye. Bû destpêka mudaxilekirina siyaseta demokratîk û şaredariyan.”    ‘OZGUR GUNDEM JI ÇANDA HEQÎQETÊ YE’    Kaya, bilêv kir ku di pêvajoya çewisandin û girtinan de serdemeke nû dest pê kir û got: “Siyaseta Tirkiyeyê ket serdemeke nû. Rêyên xwegihandina rastiyê bi temamî hatin girtin. Dema em li rewşa çapemeniyê dinerin, em çewisandina li ser Ozgur Gundemê bêtir fêm dikin. Tirkiye di krîzên mezin de ye, lê belê hema bêje çapemeniyeke ku vê yekê binivîse û heqîqetê berpêşî civakê bike tune ye. Çapemenî nêzî îktîdarê ye û hema bêje bi heman manşet û sernavan dertê. Ev çapemeniya ku pesnê îktîdarê dide ser binpêkirinên mafan, xizaniyê digire. Ozgur Gundem çanda heqîqetê diparast. Niha hin rojnameyên din vê yekê dewam dikin. Çiqasî bê veşartin bila bê veşartin rastî bi awayekî rêya xwe dibîne. Îro dibe ku Ozgur Gundem tune be û weşaneke din hebe. Tim û tim di navbera civak û heqîqetê de pirek tê avakirin û dê bê avakirin.”    ‘EM HATIN DESTESERKIRIN LÊ ME DEV JI NIVÎSANDINA HEQÎQETÊ BERNEDA’    Kaya got: “Em ji ber nûçeyên xwe hatin girtin. 5 mehan girtî mam. Bi rastî jî ew pêvajo pêvoyên zehmet bûn, lê dostên me û rojnamevanên ku bi ser çewisandinê ve diçin hêz dan me. Em hêzdar in, çimkî em mafdar in. A rast e hatin desteserkirin. Eger hiqûq bi awayekî rastî neye kirin, ev desteserkirin e. Di her çewisandin û di her zilmê de jî em ragihandina heqîqetê esas digirin. Em ê tu carî dev ji vê çanda ragihandina heqîqetê bernedin. Tu tutş wekî heqîqetê ne hêzdar e. Berpirsiyariya me heqîqet e. Girtîgeh jî ji bo me qadên têkoşînê ne. Niha gelek rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr di girtîgehan de li be rxwe didin. Em ê jî taliya talî heqîqetê bigihînin civakê.”    MA / Elif Çetiner