Ji ber zêdebûna dowîzan kes naçe bazarên wesayîtan 2018-08-15 09:11:08   MÊRSÎN - Ji ber zêdebûna dowîzan, kasko, sîgorte û zêdebûna bacan hema bêje êdî li bazarên wesayîtan wesayît nayên firotin. Li Bazara Wesayîtan a Mêrsînê esnafan got "Gelek kes li wesayîtan dipirsin, lê kes nakire."    Li navçeya Torossan a Mêrsînê, li bazara wesayîtan hema bêje êdî tu kar nabe. Esnafan destnîşan kir ku ji ber zêdebûna dowîzan karê wan nabe.    Xwediyê Koçaçoglû Otomotîvê Mûat Koçaçoglû, bilêv kir ku ji ber zêdebûna dowîzan fiyetê wesayîtan jî zêde bûye û ji ber zêdebûna kasko, sîgorte û bacan piyase rawestiyaye. Koçaçoglû got: "Dolar ji sîgorte û kasko û bacên wesayîtê bigire tesîrê li her tiştê wesayîtê dike. Perçeyên wesayîtan bi dolar tên kirîn. Li bazara wesayîtan yanî li bazara wesayîtên ne sifir, dema fiyetê wesayîtên sifir zêde bibe fiyetên wesayîtên ne sifir jî zêde dibe. Dema enflasyon zêde bibe her titş biha dibe. Dema her tişt biha bibe fiyet jî zêde dibin. Ji ber vê êdî kes nayê bazarên wesayîtan. Mirov nikarin tiştekî bikirin. Dikarim bêjim ji sedî 50'î kar kêm bûye."    Koçaçoglû, destnîşan kir ku çend sal berê mirov wesayîtên xwe difirotin modeleke nûtir dikirîn, lê niha mirov wesayîtên xwe dikirin modeleke kêmtir dikirin. Her wiha Koçaçoglû, diyar kir ku mirovên tên bazarên wesayîtan tenê li fiyetên wesayîtan dipirsin û diçin.    ‘DI 6 MEHAN DE TENÊ 3 WESAYÎT FIROTIN'    Xwediyê Cîhangîl Oto Cîhan Cîhangîl diyar kir ku 3 sal in ew li vê bazarê esnaftiyê dike, lê belê di 6 mehên dawî de ji ber dowîzan rewşa karê wan qet nebaş e û got: "Sedema vê westdariyê dolar e. Dolar tenê bandorê li sektora wesyîtan nake, li hemû sektoran dike. Her tişt girêdayî hev e. Di 6 mehên dawî de me tu tişt qezenc nekiriye. Di vî şeş mehî de tenê me 3 wesayîtên fiyetên wan erzan firotiye. Fiyetê van wesayîtan jî di navbera 10-17 hezar lîreyî de bûn. Di asasê xwe de divê em mehê 3 wesayîtên biqalîte biforşin. A rast ev çend sal e rewşa kar nebaş e, lê nemaze îsal qet nabe."    ‘DIPIRSIN LÊ NAKIRIN'    Cîhangîl, diyar kir ku ji ber bihabûna fiyetan mirovên tên bazarê tenê li fiyetên wesayîtan dipirsin û got: "Yanî bi kurt û kurmancî îsal tenê mirov li fiyetên erebeyan dipirsin, lê kes nakire. Mirov dipirsin û diçin." Cîhangîl, diyar kir ku eger wisa dewam bike ew ê dikanên xwe bigirin û got: "Eger mirovek karekî bike, divê qezenc bike ku kar bike. Lê niha nikarim heqê mesrefê xwe derxim."    MA/Ergin Çaglar