Li Îtalya pir hilweşiya: Bi dehan kes mirin 2018-08-14 16:01:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Cenova ya Îtalya beşek ji pira otoyalê hilweşiya û bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan.     Li bajarê Cenova ya Îtalya beşek ji pira otoyolê ya  A 10 hilweşiya û gelek wesayît ketin valeye. Hat diyar kirin ku gelek kesan di hilweşandina pirê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî hilweşîna pirê gelek ekîbûn tenduristî û agirkuj çûn cihê bûyerê û pir li çûyîn û hatinê hat girtin. Xebatkarên tenduristiyê yên gehiştin cihê bûyerê, diyar kirin ku bi dehan kes jiyana xwe ji dest dane.    Pir di sala 1968’an de hatibû avakirin û yekem pira Ewroya ya bi bizinga çelîk hatibû çêkirin bû. hat zanîn ku gelek wesayît dibin kavilên pirê de mane. Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karê Hûndir ê Îtalya Salvînî di daxuyaniya da wiha got: “Em rewşa hilweşandina pira  li Cenova dişopînin.”    'EV TRAJEDIYEK MEZINE’   Wezareta Veguhestinê yê Îtalya Danîlo Tonînellî jî, daxuyanî da çapemeniya herêmî û wiha bilêv kir: “Ez trajediyek mezine. Derbarê qezayê de me agahî ji rayedaran girtin. Ji ber çi pir hat hilweşandin hîna jî em nizanîn. Ji bo em vê yekê zanibin hîn pir zûye. Ji bo lêkolînê em bi alîkarê wezaretê re çûn cihê bûyerê.”