Parêzerê Brunson: Ji bo krîz çareser bibe divê miwekîlê min berdin 2018-08-14 15:46:26   ÎZMÎR – Parêzerê rahîbê Amerîka Brunson, Îsmaîl Cem Halavurt diyar kir ku her roja diçe Tirkiye ber bi zirarê ve diçe û ji bo ku krîza di navbera DYA û Tirkiyeyê de bi dawî bibe gava herî rast ew “qedexeya derketina derve” ya li ser miwekîlê wî bê rakirin.    Parêzerê rahîbê Amerîka Andrew Craig Brunson ku bûye krîza navbera DYA û Tirkiyeyê, Îsmaîl Cem Halavurt ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Brunson salek û nîv di girtîgehê de ma û di 18’ê tîrmehê de di danişîna dawî de bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê hat tahliyekirin û biryara “hepsa malê” û “qedexeya derketina derveyî welat” li ser sepandin. Parêzer Îsmaîl Cem Halavurt têkildarî îtîraza hepsa malê ya ji bo miwekîlê xwe ku serî li dadgeha bilind da nirxand.    ‘MIWEKÎLÊ MIN BÊSÛC E’    Halavurt der barê mijarê de wiha got: “Yek ji serlêdanên rutin jî me duh kir. Ji serê ewil ve miwekîlê min bêsûc e. Delîl kêm in û têr nakin. Me di vê çarçoveyê de daxwaz kir ku biryara hepsa malê û qedexeya derketina derveyî welat bê rakirin.   Em dixwazin demildest serlêdana me bi encam bibe û lazim e miwekîlê min serbest bê berdan.    HER ROJA DIÇE TIRKIYE ZIRAR DIKE   Girtina hepsê ya malê ya Brunson dibe sedema krîzên siyasî. Bû sedemê krîzek din a li Tirkiyeyê. Mixabin krîz derketiye astek nayê xwestin. Tirkiye her roja diçe zirar dike. Tişta herî rast bê kirin ew e, hem ji bo krîz bi dawî be û hem jî ji bo zirar asteng bibe divê demildest derketina derveyî welat a miwekîlê min bê temînkirin. Di warê hiqûqî, wîjdan û ehlaqî de ya rast jî ev e. Heke bersivek neyînî bidin serlêdana me, em ê her meh serlêdana îtîrazê bikin. Ez bi telefonê bi miwekîlê xwe re axivîm, rewşa wî gellek baş e.”