HDP’yan malbata Çoban ziyaret kir 2018-08-14 15:22:25   MEREŞ – Heyetek ku parlamenterên HDP’ê jî di nav de çû serdana sersaxiya yek ji fermandarên HPG’ê Îbrahîm Çoban ê li Dersimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû.    Heyeta di nav de parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz, Semra Guzel, Selçuk Mizrakli hebûn çûn serdana sersaxiya yek ji fermandarên HPG’ê Îbrahim Çoban (Atakan Mahîr) ê di pevçûnek li Dersimê de jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha Hevserokê DBP’ê yê Amedê Îbrahîm Çîçek, rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên Meletiyê, rêveberên MEYA-DER’ê, Dayikên Aştiyê û nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di nav heyete de cih girtin û ji malbata Çoban re sersaxî xwest.    Heyetê ewil çû serdana gora Çoban a li gundê Akdil a bi ser navçeya Elbîstana Mereşê ve. Pişt re heyet derbasî cihê şînê bû û ji malbatê re sersaxî xwest. Heyet piştî serdana gor û mala şînê ji gund veqetiya.