Rojnamegerê girtî Guleş: Name û pirtûkên Kurdî qedexene! 2018-08-14 15:15:13 XARPET - Rojnameger Mehmet Guleş ê li Girtîgeha Hejmara 1 a Xarpetê tê girtin, diyar kir ku name û pirtûkên kurdî nadin wî. Guleş da zanîn ku mafên wî tên xespkirin û got: “Girtiyek nexweş jî dinavê de 30 girtiyan li odeyên yek kesî de tên girtin.” Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle ya bi KHK’ê hat girtin Mehmet Guleş, ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Xarpetê nameyek derbarê binpêkirina mafan ên li girtîgehê tên jiyîn de şand. Guleş di nameya şand de wiha got: “Em 30 girtî li odeyên yek kesî de tên girtin. Yek ji van girtiyan jî girtiyê nexweşîna  KOAH Yaşar Kirmiz e. Ligel vê nexweşiya wî jî di hucreya yek kesî tê girtin. Berî 8 mehan sewqî vê girtîgehê hatin kirin. Ji roja hatim sirgûn kirin ve name û pirtûkên Kurdî nadin min. Tenê pirtûka ferhenga Kurçî dan min.”       BINPÊKIRINÊN DI GIRTÎGEHÊ DE    Guleş ê 21 mehin girtiye, binpêkirinên mafan wiha rêz kirin: “   “*Rayedarên Girtîgehê destûr nadin em qadên civakê bikar bînin.    * Girtîgeh veguheriya qada bazirganiyê. Dixwazin em hemû pêdiviyên xwe di girtîgehê de bikirin.    * Ji nişkan ve bi ser odeyan de digirin û lêgerînê pêk tînin. Dest datînin ser nişeyên girtiyan.    * Bi awayekê giştî bersivê nadin daxwaznameyên me.    * Nameyên Kurdî û pirtûkên Kuydî nadin me.    * Pêkanîna tecrîtê datînin ser girtiyên di hucreyê de."    LÊKOLÎNEREK ELMAN HAT GIRTIN    Guleş, di nameya xwe de bal kişand ser girtina welatiyekê Elman ê binavê Patrîck Kraîcker ê Bijîşkê Asîstan û wiha pê de çû: “Kraîcker lêkolînereke. Di 13’ê Adarê de li navçeya Sîlopî ya Şirnehê hat binçavkirin û di 28’ê Adarê de jî hat girtin û wî şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê. Kraîcker bi îdîaya ‘emdamtiya rêxistinê’ tê girtin. Bi tirkî nizane. Kesekê li gel wî ji bo wî daxwazname dinivîsîne. Heya niha bi tu awayî pirtûkên Elman û Îngîlîzî nedane wî û dê di 5’ê Cotmehê de yekem danişîna wî bê dîtin. Patrîck derbarê xwe de dibêje; ‘Ev welat pir xweşike, lê şereke bê sedem lê heye. Halbûkî Kurd, Tirk û hemû gelên li vî welatî dijîn dikarin bi awayekê azad çand û zimanê xwe bidin jiyîn. Ger wisan bibe tu pirsgirêk namîne. Ez li dijî çekeme. Ji ber vê min li welatê xwe leşkertî nekir. Ez dixwazin li hemû cîhanê aştî hebe.’”      Guneş nameya xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Ligel hemû binpêkirin û bêmafiyên heyî jî, emê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Heya ji me we re emê têkoşîna xwe bilindtir bikin.”