Bi hezaran hektar qad bû xwelî lê rayedar lê temaşe dikin 2018-08-14 14:29:48   DERSIM – Li navçeya Xozatê bi bandora bayê re şewat gurtir bû û li herêmê berfirehtir dibe. Serokê Şaredariya Xozatê Celalettîn Can got ji ber ku şewat li herêma qedexekirî ye nikarin mudaxele bikin û li rayedaran geriyane rayedaran ji wan re gotiye ji ber cihek avê jê bînin nîne nikarin ji hewayê mudaxeleyî şewatê bikin   Li mewkiya Alîbogazi ya navçeya Xozatê ya Dersimê ji ber topên hewanê û bombebarankirina helîkoptêran hefteyek berê şewat derketibû. Bi bandora bayê re şewata li Degîrmender, Zogar, Zenge, Koçerî, Bozan, Koskozulca û Dundul berfireh bû û hemû herêm daye ber xwe. Heta niha bi hezaran hektar qada daristanê şewitî û dar bûn xwelî.    Şewat bandorek neyînî li ser sewalên biyanî û lawiran jî dike.   Şewat li herêmên qedexikirî derketiye û ji ber herêm qedexekirî ye welatiyên dixwazin biçin mudaxele bikin ji aliyê leşkeriyê ve tên astengkirin.    SEROKÊ ŞAREDARIYÊ: EM NIKARTIN TIŞTEKÎ BIKIN    Serokê Şaredariya Xozatê Celalettîn Can diyar kir ku ji ber şewat li herêmên qedexikirî pêk tên nikarin biçin mudaxele bikin. Can anî ziman ku ji ber sedemê herêmên qedexekirî divê bi balafira temartinê ji hewa ve mudaxeleyî şewatê bê kirin û di vê mijarê de li rayedaran geriyane, rayedaran ji wan re gotiye ‘ji ber cihek avê jê bînin tune ye, tiştek em bikin nîne’ û bi vî awayî kes nikare mudaxeleyî şewatê bike.