PDK zexta ‘tev li çalakî û şahiyan nebin’ li HDP’yan dike 2018-08-14 13:34:36   HEWLÊR – Hevseroka HDP’ê ya Herêma Kurdistan a Federal Muzeyyen Guneş diyar kir ku li dijî rêveber û endamên wan asayîşa PDK’ê dixwaze bi zorê belgeya “Dê tev li çalakî û şahiyê nebin” bi wan bide îmzekirin. Guneş xwest rêveberiya PDK’ê dev ji van pêkanînên xwe berde.    Partiya Demkorata Kurdistan (PDK) a li Herêma Kurdistan a Federal li dijî HDP’ê zextên xwe zêde kir. Asayîşa PDK’ê bang li rêveberên HDP’ê yê Herêma Kurdistana Federal Mehmet Kolçak kir û piştî çû Asayîşa Hewlêrê agahî jê nehat girtin. Piştî bûyera Kolçak, niha jî hat zanîn ku PDK dixwaze rêveber û endamên HDP’ê bi zorê belgeya “Dê tev li çalakî û şahiyê nebin” bi wan dide îmzekirin.   GUNEŞ: LI SER HDP’Ê ZEXT ZÊDE DIBIN    Hevseroka HDP’ê ya Herêma Kurdistan a Federal Muzeyyen Guneş têkildarî mijarê agahî dan û anî zimn ku siyasetmedarên kurd û xebatkarên partiya wan ên ji ber sedemên siyasî neçar mane biçin Herêma Kurdistan a Federal û got: “Li vir jî her roja diçe li dijî rêveber û endamên me zext zêde dibin. Her ku diçe PDK zextên xwe li ser partiya me kûrtir dike. Ji bo em tev li çalakiyek û şahiyekê nebin bi darê zorê belge bi me dide îzmekirin û vê pêkanînê aniye pêşiya me. Asayîş bangî kesên di lîsteya destê wan de ye dikin û piştî hin pirsan ji wan dikin, bi darê zorê belge bi wan didin îmzekirin. Ev belge belgeya îtirafiyê ye. Di hundirê vê belgeyê de xalên ‘tu yê tu mafê xwe yê demokratîk bikar neynî, tev li çalakî û şahiya nebî û her gava ez biavêjim tu yê agahdar bibî” hene.”    BELGEYA DUYEM JI HEWLÊRÊ DERDIXE    Guneş anî ziman ku hin kesên naveroka belgeyê nizanibûne îmze kirin e û wiha dewam kir: “Dema ev kes vê belgeyê ku çalakî û şahî li wan tên qedexekirin, belgeya duyem bi wan îmze dikin. Di vê belgeya duyem de jî xala ‘Ez bi daxwaza xwe li Hewlêrê li cihê dijîm derdikevim’ cih digire. Ji ber vê yekê kesên sirgûnkirî nikare tu mafê xwe bikar bîne û mafê wan bi zorê ji destê wan tê girtin.”    MALÊN WAN 24 SAET TÊN ŞOPANDIN    Guneş da zanîn ku PDK vê pêkanînê di serî de li Hewlêrê û li Diyana û Dihokê jî xistiye meriyetê û wiha axivî: “Li Diyana û Dihokê dema du kes tên gel hev, asayîş wan binçav dike û hildidin darizandinê. Malên me 24 saet tên şopandin. Dema mêvanên me tên asayîş nasnameya wan dibin asayîşê û kontrol dikin. 14 roj berê piştî bangî Mehmet Kolçak kirin û çû buroya asayîşê me agahî jê negirt. Der barê wî de tu agahînedan. Dema me pirsî jî tê gotin tu haya wan jê nîne. Me xwest em têkildarî vê daxuyanî bidin, lê destûr nedan. Dê li dijî van pêkanînên neheq çalakî û daxuyaniyên me dewam bikin.”    ‘KARSAZ JÎ DI BIN ZEXTAN DE NE’    Guneş destnîşan kir ku karsazên kurd ên ji Tirkiyeyê tên li bajarên Herêma Kurdistan a Federal dixebitin jî rastî heman pêkanînan tên û her tim di bin navê “kontrolê” de zext li ser wan tên kirin. Guneş bang li PDK’ê û YNK’ê kir û got: “Dev ji van pêkanînên bêhiqûq ên bi feraseta hikumeta Tirkiyeyê tên kirin berdin. Divê kurdên li çar parçeyan li dijî van neheqiyan û bêedaletiyê dengê xwe derxin.”    MA / Erdogan Altan