Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn cara duyemîn civiya 2025-12-18 16:36:59   ENQERE - Di civîna duyemîn a Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn de Wezareta Xizîne û Darayî, Wezareta Bazirganiyê û TUÎK’ê rapor pêşkeş kirin.    Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn, di çarçoveya xebatên diyarkirina mûçeyê kêmtirîn ê sala 2026’an de cara duyemîn civiya. Di civîna duyemîn de daneyên aborî û raporan hatin nirxandin. Nûnerên Wezareta Xizîne û Darayî, Wezareta Bazirganiyê û Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) jî daneyên aborî û raporan parve kirin.    Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Işikhan, beriya civînê bi Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (TURK-ÎŞ) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Heq (HAK-ÎŞ) re hevdîtin kir.