Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye 2025-12-16 15:53:42   MÊRSÎN - Ahmet Ozer ku serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê kir, diyar kir ku pêvajoyeke dîrokî heye.    Şaredarê Esenyûrt a Stenbolê Ahmet ozer ku piştî qeyûm tayinî şûna wî hatibû kirin û hatibû girtin, di 11'ê Mijdarê de hat berdan. Ozer serdanên xwe yên ji bo tevkariya li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, didomîne. Di çarçoveya van serdanan de, Ozer serdana Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrsînê kir.   Hevserokên DEM Partiyê yên Mêrsînê Bedriye Kûş û Reşat Aşan kêfxweşiya xwe ji bo serdana Ozer anîn ziman û daxwaza berdana girtiyên nexweş û vegera şaredaran a li ser kar kirin û gotin ku ev dê pêvajoya aştiyê xurttir bikin.    'PÊVAJOYEKE DÎROKÎ'   Ozer diyar kir ku ew ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dixebite û got: "Ev pêvajo ji bo Tirkiyeyê û aştiya herêmî pêvajoyeke dîrokî ye. Ji bo ku aştiyeke mayînde û bi rûmet pêk were, divê em hemû berpirsiyariyên xwe bi cih bînin."