Hilbijêrên Kurd ji ber biryara Îmraliyê ji CHP'ê dûr dikevin 2025-12-12 10:12:46 AMED - Li gorî lêkolîna SAMER’ê, ji sedî 62,8’ê hilbijêrên Kurd ên CHP’î, biryara CHP’ê ya neçûna Îmraliyê neyînî nirxandin. Ji sedî 47’ê hilbijêrên Kurd ên digotin dengê xwe didin CHP’ê got ku dê êdî dengê xwe bidin DEM Partiyê.    Navenda Lêkolînên Qadê ya SAMER’ê, têkildarî pêvajoya çareseriyê, pirsgirêka Kurd, nûnertiya siyasî, hêviya ji aştiyê û helwestên civakê bi awayekî online anketek kir. Anket, li 14 bajaran bi 351 hilbijêrên CHP’î re hate kirin. Anket, bi hilbijêrên ji bajarên Semsûr, Amed, Dîlok, Riha, Wan, Stenbol, Enqere, Mûş, Êlih, Bursa, Dêrsim, Îzmîr, Mêrdîn û Edeneyê re hate kirin. Ji beşdaran ji sedî 64,1 mêr, ji sedî 35 jin û ji sedî 0,9 jî ji LGBTQ+'yan pêk dihat. Ji sedî 67,2’yê beşdaran Kurd, ji sedî 26,7 Tirk û yên din jî ji neteweyên cuda bûn.    JI CHP’Ê DERBASÎ DEM PARTIYÊ DIBIN     Ji sedî 47,9’ê beşdaran ji bo pirsa “Heke vê yekşemê hilbijartin bê kirin dê dengê xwe bidî kê?” got “CHP”, ji sedî 47'an got "DEM Partî”, ji sedî 1,7'an got si "Partiya DEVA’yê”, ji sedî 1,7’ê got "TÎP", ji sedî 0,9'ê got "Partiya Gelecekê” û ji sedî 0,9'an jî got dê deng nedin.    Ji bo pirsa “Gelo hûn pêvajoya çareseriyê ya nû dişopînin?” jî ji sedî 99,1'an got “Erê” û ji sedî 0,9'an got “Na.”    Ji sedî 30,8’ê beşdaran ji bo pirsa “Çiqas agahiya we ji pêvajoya çareseriyê ya nû heye?” gotin “Gelek agahiyên min nînin”, “ji sedî 51,3'yan got “Di astekî navîn de agahiya min heye”, ji sedî 14,5’an got “Pir kêm agahiyên min hene” û ji sedî 3,4'an jî got “qet agahiya min nîne.”    HILBIJÊRAN BIRYARA CHP’Ê YA ÎMRALIYÊ NEYÎNÎ NIRXAND    Têkildarî pirsa “CHP’ê ji bo Şandeya Îmraliyê ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê endam neda, hûn vê çawa dinirxînin?” jî ji beşdaran sedî 12,8’an got “pir erênî”, ji sedî 22,2’yan got “erênî”, ji sedî 32,5’an got “pir neyînî”, ji sedî 16,2’yan got “neyînî”.     Ji sedî 58,1’ê beşdarên gotin “erênî/pir erenî” xwe weke “Tirk” pênase kirin û ji sedî 62,8’ê beşdarên digotin “neyînî/pir neyînî” jî gotin “Kurd” in.    TÊ XWESTIN KU ŞANDEYÊ BIŞÎNE ÎMRALIYÊ    Ji bo pirsa “Li gorî we divê CHP’ê endam bide Şandeya Îmraliyê yan na?” jî ji sedî 51,3'yê beşdaran got “Erê”, ji sedî 34,2'yan got “Na”, ji sedî 14,5'an got bêbiryar im.    Ji sedî 34,2’yê beşdaran ji bo pirsa “Hûn çûna şandeya Meclisê ya Îmraliyê çawa dinirxînin?” got “Pir erênî”, ji sedî 32,5’an got “Erênî”, ji sedî 6’an got “Pir neyînî”, ji sedî 17,9’an got “Neyînî” û ji sedî 9,4’an jî got “Bêbiryar im”.    Pirsa “Li gorî we divê komîsyon serdanên xwe yên Îmraliyê bidomîne?” hate bersivandin û ji sedî 62,4’ê beşdaran got “Erê”, ji sedî 24,8’an got “Na” û ji sedî 12,8’an jî got “Bêbiryar im.”    Ji sedî 32,5’ê beşdaran ji bo pirsa “Gelo li gorî we dê pêvajo bi ser keve?” got “Erê”, ji sedî 38,5’an got “Na” û ji sedî 29,1’an jî got “Heta astekî”.      'JI BO PÊVAJOYÊ TIŞTÊN DIVÊ BÊN KIRIN’    Ji beşdaran pirsa “Ji bo pêşketineke erênî ya pêvajoyê divê ji ewil çi were kirin?” hate kirin. Ji sedî 10,1’ê beşdaran got “Di serî de girtiyên nexweş divê girtiyên siyasî bên berdan”, ji sedî 8,4'an got “Divê gel bi şefafî were agahdarkirin”, ji sedî 6,7’an got “Divê tavilê gavên demokratîkbûnê bên avêtin”, ji sedî 6,4'an got “Divê Demîrtaş û siyasetmedarên di tavilê bên berdan”, ji sedî 5'an got “Divê qeyûm paşve bên kşşandin” û ji sedî 4,7’an jî got “Divê Abdullah Ocalan were berdan.”    Ji bo pirsa “Ji bo pêşketina pêvajoyê li gorî we berpirsyartiya ewil dikeve ser milê kê?” jî ji sedî 14,8'an got "AKP”, ji sedî 13'an got “Dewlet”, ji sedî 12,8'an got “Civak/gel”, ji sedî 11,5'an got "DEM Partî”, ji sedî 10,2'yan got "MHP”, ji sedî 10,2'yan got “Rêxistinên civaka sivîl”, ji wedî 9,7'an got “CHP”, ji sedî 9,5'an got “Abdullah Ocalan” û ji sedî 6’an jî got berpirsyartî dikeve ser milê “PKK’ê.”    MA / Mujdat Can