Careke din xwîn dan rojnameger Aykol 2025-12-10 16:25:10 ENQERE - Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome. Bijîşkan careke din xwîn dan Aykol.    Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol ku li Enqereyê dijî, di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sîncanê. Tedawiya Aykol a li nexweşxaneyê didome. Li nexweşxaneyê jî sê caran xwîn çû ser mejiyê Aykol û tedawiya wî niha li beşa çavdêriya awarte bi antîbiyotîkan didome. Bijîşkan gotin ku xwîn dane Aykol.