Mînîbusa karkerên çandiniyê qelibî: 18 kes birîndar bûn 2025-12-10 10:12:42   EDENE – Li navçeya Yuregîr a Edeneyê, mînibusa karkerên çandiniyê qelibî. 18 kes birîndar bûn.    Li navçeya Yuregîr a Edeneyê mînibusa karkerên demsalî qeza kir. Di mînibusa ku ket cihoka avê de, 18 kes birîndar bûn. Qeza li Taxa Irmakbaşiyê çêbû. Piştî îxbarê tîm sewqî cihê bûyerê hatin kirin. 18 kesên ji mînibusê hatin derxistin bi ambulansan sewqî nexweşxanyên bajêr hatin kirin.    Têkildarî bûyerê lêkolîn hat destpêkirin.