Girêsor ê Panosê veguheriye girê sergoyê 2025-12-10 09:15:35   AGIRÎ - Gilêşê li Girêsor ê Panosê bi rêbazên hovane tên depokirin, girê behsa xeberê veguherandiye girê sergoyê.    Girêsor ê li navçeya Panosê yê Agiriyê, veguheriye çiyayê sergoyê. Nifûsa navçeyê 59 hezar e û gilêşê navenda navçeyê li Girêsor ê 3 km’an dûrî navenda navçeyê tên komkirin. Ji ber vê jî gir veguheriye girê sergoyê. Gilêşê ku li girê bi bilindahiya hezar û 700 metreyan û li rojhilatê navçeyê dimîne, ji veguheriye hêlîna bakteriyan, mişkan, pêşiyan û hwd. Ev yek jî xetereyeke tenduristiyê ya mezin bi xwe re tîne. Gilêşê ku bi rêbazeke hovane ya depokirinê li vir tê komkirin, bi sala ye li vir tê komkirin û ev jî hem rê li ber dîmenên nebaş vedike hem jî xetereyeke cidî ya tenduristiyê bi xwe re tîne.    Ji ber ku bajar ber bi wê herêmê ve fireh dibe, hin cihan xaniyên welatiyan biqasî 500 metreyan nêz in. Her wiha gilêşê li vî girî hatiye komkirin, rê li ber bêhneke nexweş jî vedike.    Şaredariya Panosê ku di bin rêveberiya AKP’ê de ye, li şûna ku qada gilêşî ji girê herî serwer rake û tesîseke veguherînê ava bike, bi axê ser vê qadê digire. Lêbelê ev rêbaza wan ne pêşî li van xetereyên mezin digire ne jî xetereya teqîna gaza kombûyî ji holê radike.    Welatiyên Panosî, dixwazin ku qada komkirina gilêşî bibin cihekî dûrî navenda navçeyê.