Di Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nişandan 2025-12-09 19:53:44 AMED - Di roja 3'yemîn a 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm û belgefîlm hatin nişandan.   Bi mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi organîzetoriya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê 3'yemîn Festîvala Filman a Amedê, di roja 3'yemîn de berdewam kir. Festîvala Fîlman a Amedê navbera 7-14'ê Kanûnê de tê lidarxistin. Di roja sêyemîn temaşevanan eleqeyek mezin nîşanî fîlman dan. Herwiha roja 3'yemîn a festîvalê bi temaşekirina 14 fîlman bi dawî bû.   14 FÎLM Û BELGEFÎLM HATIN NÎŞANDAN   Di roja sêyemîn a festîvalê de fîlmên “A Sîster” ku derhêneriya wî Delphîne Gîrard kiriye, fîlma “Keepîng Up Wîth The Joneses” ku derhêneriya wî Mîchael Pearce kiriye, fîlma “Quebra Cabeca” ku derhêneriya wî Olîvîer Brîand kiriye, fîlma “Rojbash”ku derhêneriya wî Ozkan Kuçuk kiriye, fîlma “Demsala Nan” ku derhêneriya wî Emeer Hassanpour-Anvar Hassanpour kiriye, fîlma “Hysterîa” ku derhêneriya wî Mehmet Akîf Buyukatalay kiriye, fîlma “Ceasfîre” ku derhêneriya wî Jakop Krese kiriye, fîlma “Dengê Kilîtan” ku derhêneriya wî îlham Bakir kiriye, fîlma “Antîgona” ku derhêneriya wî Mîrsad Abazî-Îber Dearî kirine, fîlma “Çerx” ku derhêneriya wî Metîn Ewr kiriye, fîlma “Xewna Bêziman” ku derhêneriya wî Mazlûm Baran kiriye, fîlma “Cuttîng Through Rocks” ku derhêneriya wî Mohammedreza Eynî-Sara Khakî kirine, fîlma “Gola Cinan” derhêneriya wî Hebûn Polat kiriye û fîlma “Ellbogen” ku derhêneriya wî Asli Ozarslan kiriye hatin temaşekirin.   Di roja çaremîn a festîvalê de dê kargehek bê lidarxistin û 11 fîlm werin nîşandan.