Hevşaredarê Miksê ji bo vegere ser peywira xwe serlêdan kir 2025-12-09 11:11:01 WAN - Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir ku ji doza weke hinceta tayînkrina qeyûm hatibû nîşandan beraet bû, ji bo vegere ser peywira xwe serlêdan kir.    Hevşaredarê Miksê ya Wanê Ayvaz Hazir, ji doza weke hinceta tayînkrina qeyûm hatibû nîşandan, beraet bû. Piştî biryara beraetê ya 2’yemîn Daîreya Cezayan a Edliyeya Herêma Wanê, Hazir ji bo vegere ser karê xwe serlêdan kir. Parêzerê Hazir, Necdet Ceyhan, ji bo miwekîlê wî vegere ser peywira xwe serî li Walîtiya Wanê û Wezareta Karên Hundir da.    Di daxwaznameyê de hate gotin ku ji ber biryara beraetê, li gorî Qanûna Şaredariyan a Hejmar 5393’yê divê Hazir tavilê li peywira xwe were vegerandin. Hat gotin ku tu bingeheke hiqûqî û fiîlî yê tevdîra dûrxistina ji peywirê nemaye û xwest ku ev biryara dûrxistina ji peywirê were rakirin û Hazir vegere ser karê xwe.