DEM Partî dê li Eskîşehîrê bi gel re bicive 2025-12-04 13:29:01   ESKÎŞEHÎR - DEM Partî dê di çarçoveya pêvajoyê de li Eskîşehîrê bi gel re bicive. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê tev li civînê bibe.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokatîk de, li Eskîşehîrê bi gel re bicive. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ku di hevdîtina komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re cih girtibû dê tev li civînê bibe.    Civîn dê sibe saet di 18.00’ê de li Komeleya Agiriyan a Eskîşehîrê de bê lidarxistin.