Îlahiyatnas Salar: Divê Diyanet di xutbeyan de ji gel re pêvajoyê rave bike 2025-12-04 09:22:08 MÊRSÎN - Îlahiyatnas Mihemed Salar, diyar kir ku divê Diyanet di xutbeyan de bi Peyamana Hudeybiyeyê û Peymana Medîneyê rave bike û pêvajoyê bi awayeke rast ji gel re vebêje. Lêkolîner, nivîskar û îlahiyatnas Mihemed Salar, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi hevdîtina Komîsyona Meclisê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re didome, wekî "derfeteke dîrokî" nirxand û got, aştî têgeheke bi rûmet e û Îslam jî giringiyeke mezin dide aştiyê. Salar, destnîşan kir ku di Îslamê de, dînên din ên semawî û felsefeya Yewnanî ya kevnar de aştî, an aramî û ewlehî, yek ji armancên herî bingehîn ên mirovahiyê ye û ev tişt got: "Aştî di heman demê de aramî û ewlehî ye. Her wate û nirxa ku ji aştiyê re tê dayîn, di cih de û bi qîmet e."   'DIVÊ EM AŞTIYÊ CIVAKÎ BIKIN'   Salar, bal kişand ser rola Abdullah Ocalan û rêberê MHP'ê Devlet Bahçelî ya di pêvajoyê de û wiha pê de çû: "Madem aştî ewqas watedar e. Wê demê divê ev aştî tenê di navbera her duyan de nemîne. Divê em vê aştiyê civakî bikin. Di vê pêvajoyê de divê her kes berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Ev pêvajo ji bo Kurdan, Tirkan û gelên Rojhilata Navîn gaveke dîrokî ye. Pêwîst e em bi vê yekê zanibin."   'HEWCEYE ŞERT Û MERCÊN XWESER BÊN AVAKIRIN'   Salar, destnîşan kir ku di dîroka cîhanê de gelek welatan karîne serdemên şer û pevçûnan bi gotûbêjên aştiyê çareser bikin û got, Spanya, Îrlanda û Afrîkaya Başûr bi pêşxistina modelên li gorî şert û mercên xwe yên xweser, gihîştine çareseriyê. Salar, rave kir ku Tirkiye jî dikare bi xweseriya xwe pirsgirêkê çareser bike û got: "Em ne mecbûr in ku modelên welatên din yek bi yek bi cih bînin, dibe ku em rêyên pêşketîtir bibînin. Ji ber ku Rojhilata Navîn xwedî taybetmendiyên civakî yên xweser e. Bandora Îslamê li ser vê erdnîgariyê xurt e. Heke bi felsefeya Îslamê çareserî bê nirxandin, encam zûtir têne wergirtin."   'DIVÊ HER KES XWEDÎ LI VÊ PÊVAJOYÊ DERKEVE'   Salar, diyar kir kir ku mafê tu kesî nîne bêje "xeta min a sor heye" û bi bîr xist ku Pêxember Muhemmed tevî provokasyonên muşkrikên Mekkeyê jî dev ji maseya aştiyê berneda û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tevî ku Pêxember xwedî artêşeke mezin bû jî, tu carî ji bo aştiyê negotiye 'xeta min a sor e', li hemberî hemû îtîrazên muşrikan jî Peymana Hudeybiyeyê pêk anî. Ev yek nîşanî me dide: Şer sînorekî wî heye, piştî demekê pêwîst e vegere aştiyê. Civak bi aştiyê pêş dikevin, ne bi şer."   Salar, diyar kir ku ji bo çareseriyê divê li mînakên aştiyê yên serdema Hezretî Mihemed were nihirîn û got: "Heke hûn dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, divê hûn bi muxatabên wê re hevdîtinê bikin. Luksa ‘ez bi Îmraliyê re hevdîtinê nakim’ tune ye. Tu kes ji pêxember ne mezintir e. Heke pêxember ji bo aştiyê bi muşrikan re rûniştibe, îro tu kes nikare bêje 'ez bi filanî re hevdîtinê nakim'. Pêwîst e her kesê ku ji bo aştiyê hewl dide, xwedî li vê pêvajoyê derkeve."   'DIYANET HEWCEYE BERPIRSIYARIYA XWE BI CÎH BÎNE'   Salar, destnîşan kir ku aştî ne diyardeyek asayî ye û divê her kes di vê pêvajoyê de berpirsiyariyê li xwe bigire. Salar, bal kişand ser girîngiya civakîkirina aştiyê û got, divê rêxistinên civaka sivîl, partî û Serokatiya Karên Diyanetê di pêvajoyê de erka xwe ya mezin bi cih bînin. Salar, anî ziman ku divê Diyanet di xutbeyan de Peymana Hudeybiyeyê û Peymana Medînayê vebêje û pêvajoyê rast ji gel re rave bike û got: "Di dîn de tê gotin 'kuştina mirovekî, kuştina tevahiya mirovahiyê ye, jiyîna mirovekî, jiyîna tevahiya mirovahiyê ye', divê Diyanet ji bo encambûna vê pêvajoya dîrokî, berpirsiyariya xwe bi cih bîne."   'JI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ YA BERÊ DIVÊ DERS BÊ GIRTIN'   Salar, bi bîr xist ku îro ji ber ramanên xwe bi deh hezaran girtiyên siyasî di girtîgehan de ne û got divê neheqî bên çareserkirin, astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin û divê girtiyên nexweş û yên ku dema berdana wan hatiye, bên berdan. Salar, destnîşan kir ku divê ev pêvajo bibe wesîleya bidawîbûna bêhiqûqiyan û ji pêvajoyên çareseriyê yên berê dest bê girtin û wiha got: "Divê her kes bi nasname, reng û baweriya xwe bi azadî bijî. Divê partî berjewendiyên xwe nexin pêşiya civakê. Heke gel xwedî li pêvajoyê derkeve, wê demê partî jî mecbûr dimînin guh bidin gel. Medya û akademî jî divê berpirsiyariya pêvajoyê li xwe bigirin."   'KURD ÊDÎ HÊZEKE HERÊMÎ NE'   Salar, diyar kir ku aşkera ye pêvajoya berê çawa hat valakirin û anî ziman ku Abdullah Ocalan şexsiyetek e ku li gorî şert û mercên serdemê ramanên xwe nû dike û  bi bîr xist ku Kurd îro li Rojava xwedî cihekî bihêz in, li Başûr xwedî statû ne û li Bakur jî xwedî bi milyonan nifûs in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kurd êdî bûne hêzeke herêmî. Pêwîst e ev rastî were dîtin. Bahçelî an Ocalan, ev pêvajo bi çi niyete dest pê kiribe jî, ev rastî naguhere; divê piştgirî bidin pêvajoya aştiyê."   MA / Mehmet Guleş - Abdulkadîr Ayten