Dê bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê bê protestokirin 2025-12-02 13:19:05   STENBOL- DFG û Rojnameya Yenî Yaşam dê di 32'yemîn salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê de, bombekirinê protesto bikin û bîranînekê li dar bixin.   Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) û Rojnameya Yenî Yaşam dê sibê li dijî êrişa bombeyî ya li ser rojnameya Ozgur Ulke ya li taxa Cagaloglû ya Stenbolê ku di 3'yê Kanûna 1994'an de hatibû kirin, protesto bikin û ji bo xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz ê di êrişê de hat qetilkirin merasîmeke bîranînê li dar bixin. Bîranîn dê li cihê bombekirinê were lidarxistin. Tê payîn ku rojnamevan jî di nav de gelek kes beşdar bibin.   DFG'ê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal çalakiya protestoyê û bîranê daxuyand.