Ji bo danişînê ew anîn Xelatê: Dê 3 mehan di hucreyê de bimîne 2025-12-02 12:38:29   BEDLÎS – Dîlaver Karasû yê ku ji bo danişînê ji Girtîgeha Erziromê sewqî Girtîgeha Xelatê hat kirin, çendî daxwaz kir jî nehat şandin û dê ji bo danişînê 3 mehan li vir di hucreyê de bê girtin.    Dîlaver Karasû (32)  ku ji bo danişîna xwe ya 17'ê Mijdarê ji Girtîgeha Hejmar 1 a Ewlehiya Bilind a Erziromê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xelatê hat kirin, çendî danişîna wî 3 mehan hat taloqkirin jî paşve nehat şandin. Karasû yê ku di hucreya yekkesî de tê girtin, serlêdanên wî yên ji bo şandinê jî hat9in redkirin. Karasû ku 9 sal in girtiye, tiştên hatine serê wî ji parêzerên xwe re got. Li gor ragihandinên parêzerê wî, Karasû ji bo danişîna li Bedlîsê di 31'ê Cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa T a Xelatê sewqî Erziromê hatiye kirin û di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin. Karasû ku ji roja sewqî Xelatê hatiye kirin heya niha, bi ferzkirina hejmariya li se rpêyan, nesûdwergirtina ji werzîş û kargehan û tenê saetekê bi tena serê xwe derketina hewadariyê re rû bi rû maye.    Karasû yê ku butona gazîkirinê ya li odeya wî naxebite bi zorê daxwaz û giliyên xwe radigihîne û di hevdîtina bi parêzerê xwe re ev tişt ragihandin: "Dema ku ez ji odeya xwe derdikevim da ku biçim serdana malbata xwe an parêzerê xwe, gardiyanên girtîgehê min neçar dikin ku pêlavên xwe derxim û qeytanên wan vekim. Ger ez red bikim, gefê li min dixwin ku ez ê nikaribim hevdîtinê bikim. Dema ku ez red dikim, gardiyan pêlavên min derdixin. Ji ber vê muameleyê, ez dereng diçim cihê serdanê û heya diçim dem namîne. Faksa min a bi Kurdî ku min nivîsandibû nehat şandin. Daxwaznameyên min ên ji bo rêveberiya girtîgehê û saziyên cuda yên ku daxwaza guhertina şert û mercên min dikirin nehatin pêvajokirin. Ne wergirtinek û ne jî hejmara qeydkirina belgeyê ji bo daxwaznameyê dan min. Ez anîm vir ji ber ku di 17'ê Mijdarê de danişînek min hebû. Lêbelê, piştî danişînê, min daxwaz kir ku ez li vir nemînim û biçim Girtîgeha Hejmar 1 a Ewlehiya Bilind a Erziromê. Lêbelê, daxwazên min hatin redkirin."